1'ê Cotmehê: Jinan got 'Ev jiyan ya me ye ‘

  • 11:24 1 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Berî bi sê salan îro jinên ku li dijî "pêşnûmeqanûna muftiyan" hatin gel hev, gotin,"Ev jiyan ya me ye, ev biryar ya me ye."
 
1847: Femînîst û parêstvana mafên mirovan Annîe Besant îro li payitextê Ingîlistanê hatiye dinê. Annîe ya ku li Îrlanda û li Hindistanê yek ji piştevana rêveberiyên xwecihî bû ji 300 zêdetir pirtûkên wê û broşurên wê hene. Annîe ya ku di nav damezrînerên Zanîngeha Banaras Hindu de cih digirt, di 20'ê Îlona 1933'yan de jiyana xwe ji dest daye.
 
1947: Li Eyaleta Vîrgînîya ya DYA'yê aktîrîst Olîve Borden a ku di 14'ê Tîrmeha 1906'an de hat dinê, di fîlmên bêdeng û di mînakên sereke yên fîlmên bi deng de lîst. Olîve ya ku nivîskar Mîchelle Vogel biyografiyawê nivîsand, di 
1947'an de di 1'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.  
 
2017: Li gelek bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jin hemwext hatin gel hev û bi dirûşma,  " Ji bo jiyaneke azad ev qanûn nabin"li dijî pêşnûmeqanûna ji bo muftuyan hatin gel hev û gotin, "Li gorî vê pêşnûmeqanûnê wê erka mahrbirînê bidin muftuyan û zeywaca di temenê biçûk de û pirzewacî zêdetir bibe."
 
2018:Meclisên jinan bi daxuyaniya ku dan, "Damezrandina meclisên jinan ragihand" û diyar kir ku bi van meclisan wê pirsgirêkên jinna bên niqaşkirin.
 
2018: Eyaleta Kalîforniya bi qanûna ku derxist re di rêveberiya şîrketên ji gel re vekirî de bicihkirina jinan mecbûrî kir.