30'yê Îlonê: Qeyûm Muduriyeta Polîtikayên Jinan fes kir

  • 08:44 30 Îlon 2020
  • Di Dîrokê De Îro
1985: Hunermenda sînemayê ya Îsralî Sîmone Signoret a di 25'ê Adara 1921'an de ji dayik bû îro jiyana xwe ji dest da. Simone berî jiyana xwe ya sînemayê mamostetiya Îngilizî kir. Bi roleke biçûk cihê xwe di nava sînemayê de girt. Simone di 1959'an de oscara lîstikvaniya herî baş girt û di nava dora 50 filmî de cihê xwe girt. Her wiha Simone 3 pirtûk nivîsand. 
 
2015: Komisyona Jinê ya Konfederasyona Sendikayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) bi armanca piştevaniya bi zarok û jinên di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê "Tora Piştevaniyê" ava kir. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu avakirin îlan kir. 
 
2016: Qeyûmê ku tayinî Şaredariya Êlihê hat kirin Atolyeya Hêvî girt û piştre Muduriyeta Polîtikayên Jinan fes kir. Qeyûm dawî li peywira Mudura Polîtikayên Jinê Rana Şeker anî. Atolyeya Hêvî ya ku hatibû girtin di encama bertekên jinan de dîsa hat vekirin.
 
2019: Li bajarê Lagosê yê Nîjeryayê bi operasyonekê 19 kesên ji jinên bi tecawizê ducanî dihatin hiştin û zarokan pêk dihatin û 4 pitik hatin rizgarkirin. Li gor daxuyaniya polîsan li malên wekî "fabrîkaya pitikan" dihatin binavkirin pitikên ji dayik dibûn dihatin firotin.