29'ê Îlonê: Qeyûm saziyên jinan girt

  • 10:43 29 Îlon 2020
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Yek ji bûyerên ku di dîrokê  de cihê xwe girtiye êrişên qeyûman ên li dijî destkeftiyên jinan e. Di 2016'an de bi tayinkirina qeyûmê Şaredariya Êlihê atolyeya jinan hat girtin. 
 
1810: Elizabeth Cleghorn Gaskell ji dayik bû. Elizabetha di 1832'yan de portreya navdar a Elizabeth xêz kir gelek pirtûk nivîsand. Di 12'ê Kanûna 1865'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1979: Jina reşik Audre Lorde di panela 'Taybet û Polîtîk' a konferansa Zayenda Duyem a li Newyorkê hat lidarxistin de li ber gelek mirovên spî axivî. Pirtûka 'xwişka li derveyî her tiştî tê hiştin' çap kir. 
 
2015: Beşa Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê di bin banê Muduriyeta Xizmeta Jinê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat vekirin. Xebatên vê beşê ji ber ku di 11'ê îlona 2016'an de qeyûm hat tayinkirin, hat betalkirin. 
 
2016: Di 2015'an de Rojnamegera Elman Janina F.  a li Sûriyeyê ji aliyê çeteyên El Nusra ve hat girtin serbest hat berdan. 
 
2016: Atolyeya Jinê ya Hêvî ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatibû vekirin piştî qeyûm hat tayinkirin şûnde hat girtin.