28 Îlon: Ceylan hîna 12 salî ye...

  • 10:50 28 Îlon 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Wekî her rojên mehên salê di 28'ê Îlonê de jî jinan dengê xwe bilind kir û gotina xwe gotin. Lê dema ku bahsa 28'ê Îlonê tê kirin Ceylan Onkol tê bîra mirov. Ceylan berî bi 11 salan îro ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin.
 
2009: Ceylan Onkol a 12 salî dema ku li çiyayê gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê  mîh diçêrandin bi topa hawanê ku ji qereqolê hat avêtin jiyana xwe ji dest da. Ji Ceylanê ji bo me tenê wêneyekî wê yê ku di 7 saliya wê de hatibû girtin û awirên çavên wê yên reş û gir ji me re man.
 
2011: Di salên 1990 de li Amerîkaya Başûr û Karayîplerê ji aliyê toreke ku ji aktîvîstên xwecihî hatibû avkirin ve di 28'ê Îlona 2011'an de ji bo mafê kurtaja bi ewle ya qanûnî roja Kampanyayayê ya Navneteweyî hat Îlankirin. 28'ê Îlonê ji bo Brezîlyayê  Roja Bidawîkirina Koletiyê hat îlankirin. Feminîstên Amerîkaya Başûr jî ji sala 1990'î de qanûnên giran ên kurtajê yên li welatê xwe di vê dîroka "Roja azadiya malzarokê de" şermezar dikin û ji bo hemû jinan mafê kurtajê yê qanûnî diparêzin. 
 
2016: Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Stenbolê, bi daxwaza ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Azadî û vegera li Mutabakata  Dolmabahçeyê li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn. Ji dayikên Aşiyê Husniye Baykara diyar kir ku heta ji nû ve muzakere bên kirin û maseya aştiyê bê danîn ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Têkoşîna Dayikên Aştiyê hîna berdewam dike...
 
2019: Hewldna Jin bi hev re bi hêz in, ji bo balê bikişîne ser tundiya mêr û qirkirina jinan li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê starta kampanyaya "Qrkirina jinan bi dawî bikin" da.
 
2019: Aktîvîsta Avhewayê Greta Thunberg, bi Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau re hevdîtin kir. Greta, ji serokan re got,"Ji bo hawîrdorê zêdetir bixebitin."
 
2019: Li Eyaleta Kaduna ya Nîjeryayê, 400 zarokên ku çûn kursa kuranê û li mala çûnê hatin îşkencekirin hatin rizgarkirin. Berdevkê polîsan ê Eyaleta Kaduna Yakubu Sabo, diyar kir ku zarokên hatine rizgarkirin temenê wan di navbera 10 û 18'an de diguhere û li mala ku îşkence li wan hatiye kirin 3 mehan bi zincîran lêdan li wan hatiye kirin û êrîşa zayendî û tundî li wan hatiye kirin.