21'ê Îlonê: Jin li dijî tundî û tecrîdê li kolanan bûn

  • 13:59 21 Îlon 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Di tevahiya dîrokê de li gel zêdebûna tundiya dewla mêr a zêde dibe berxwedana jinan û piştevaniya wan a bi hev re jî mezin bû.
 
2007: Platfora Demokratîk a Jinên Eskîşehirê ji bo ku piştevaniya Pelîn Kalkan û Devrîm Çelîk ên li Eskîşehirê li kolanê bi tundiyê re rûbirû man çalakî kir.
 
2015: Jinên ku li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê hatin Cizîrê, li taxan bi jinan re hatin gel hev û gorên 21 kesên ku di qedexeya 9 rojan a li Cizîrê hatin qetilkirin ziyaret kirin.
 
2015: Dayikên Aştiyê êrîşên li ser gorên HPG'yiyan şermezar kirin. 
 
2016: Endama SGDF'ê Tulîn Gur ku di Komkujiya Pirsûsê de birînd xilas bû, bi hinceta di çenteyê wê de Rojnameya Atilim hatiye dîtin bi îdaya ku "Endama rêxisinê ye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tarsusê ya Jinan.
 
2016: Jinên Kurd, li ber Parlamentoya Ewropayê (PA) ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin. 
 
2016: Li Amdedê nêzî 40 endamên Egitîm Senê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
 
2016: Kongreya Jinên Azad (KJA) bi heyeta ku pêk anî, li Silêmanî saziyên jinan û saziyên civaka sivîl ziyaret kirin. 
 
2016: Serdozgeriya Komarê ya Wanê , ji ber çalakiyên li bajêr hatin lidarxistin, Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, parlamenterên DHP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan, Tugba Hezer Ozturk û Nadîr Yildirim gazî îfadeê kirin û hat îdakirin ku "Propagandaya rêxistinê kirin" û "Heqaret li Serok komar kirine". 
 
2016: Ji 25 mamosteyên ku li Amedê hatin girtin, Songul Kartal a ku bi pitika xwe ya 10 rojî re birin emniyetê serbest hat berdan. 
 
2016: Polîsê ku li Agiriyê Bêrîvan Tîmur a li Navenda Pişteaniyê ya Jinê ya Sema Yuce dixebitî binçav kir pirsa " We çima ev nav li sziyê kiriye?" pirsî. 
 
2016: Li Dêrsim EKO JIN a ku di sala 2015'an de bi 3 jinan çandinî kir berhemên xwe bi jinan re parve kirin. 
 
2017: Ji dayikên Aştiyê Guzel Şahîn jiyana xwe ji dest da. Guzel bi sirûd û stranan li Goristana Gulsuyuyê hat definkirin.
 
2019: Li Spanyayê jinan li bi dehan bajaran bi çalakiyan li qadan bûn.