19'ê Îlona 1893'an: Jinan li Zelandaya Nû mafê bikaranîna deng bi dest xistin

  • 11:38 19 Îlon 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên li Zelandaya Nû ji bo bidestxistina mafê bikaranîna deng têkoşîneke mezin dan. Di 19'ê Îlona 1893'an de jinan civînên veşartî pêk anîn. Gelek xebat li dar xistin da ku bigihêjin armanca xwe. Bi vê yekê Zelandaya Nû bû welatê yekem ê ku jinan li wir mafê xwe yê bikaranîna deng bi dest xistin. Ji destkeftiyên herî girîng ê tevgera jinan a ku di 1870'an de bi hêztir bû, bidestxistina bikaranîna deng e. 
 
Jinan tevî hemû zehmetiyan dev ji têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafê bikaranîna deng bernedan. Di nava tevgera jinê de navên wekî Kate Sheppard ve Mary Ann Muller derketin pêş. Jinan li mala Kate Sheppard bi civînên veşartî xwe bi rêxistin kirin. Cîvînênli ser mafên jinan dihatin kirin bal kişandin û ji bo bêtir bala mirovan bê kişandin êdî ev cîvin bi awayekî eşkere li derve hatin kirin. Kate Sheppard kitêbokek bi serenavê Ji bo Jin Dengê Xwe Bi Kar Bînin 10 Sedem (Ten Reasons Why The Women of New Zealand Should Vote) da çapkirin. Mary Ann Muller li ser mafên jinan gotaran dinivîse lê ji ber fikrên dijber ên hevjînê xwe bi mahlasa  “Fémmina” çap dike. Jinan hem civîn li dar xistin hem jî belavok belav kirin. Jinan piştre îmze kom kirin û pêşkêşî meclîsê kirin. 
 
Jinan bi domdariya têkoşîna xwe serkeftin bi dest xistin. Di 1891'an de ji bo daxwaza daxwaznameya bikaranîna deng ji 9 hezarî bêtir îmze hat komkirin. Salek şûnde ev hejmar bû 20 hezar. Di 1893'an de ji 30 hezarî bêtir îmze pêşkêşî meclîsê hat kirin.