13'ê Tîrmeha 1954'an: Frida Kahlo jiyana xwe ji dest da

  • 12:07 13 Tîrmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
 
Frîda Kahlo di 6'ê Tîrmeha 1907'an de li Meksîkayê ji dayik bûye. Di 18 saliya xwe de qezayekê derbas dike û li nexweşxaneyê wêneyan çêdike. Heta 47 saliya xwe yanî koça dawî çêkirina tabloyan dewam kiriye. Frîda li dû xwe tabloya 'Bila jiyan bijî' hişt. 
 
Frida Kahlo, di 13'ê Tîrmeha 1954'an de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hat şewitandin. Xweliya wê li Mala Şîn tê muhafazakirin. Mala Şîn di 1955'an de ji aliyê Rivera re bexşî dewletê hat kirin.