20 salên bêyî Nesrîn Teke

  • 14:42 9 Tîrmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Ji ser salvegera şehadeta Nesrîn Teke a ku di 1981'an de li Amedê ji dayik bû 20 sal derbas bûn. Nesrîn Teke ya ku nûnertiya Kovara Ozgur Halkê ya Amedê dikir beşdarî çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ya piştî komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bû û jiyana xwe ji dest da.
 
Nesrînê di 2'yê Hezîrana 2000'an de li ber dayika xwe Nezahat Teke, xwe şewitand. Nesrînê ji dayika xwe re nîşeyeke wiha hişt :"Dayê tu hîn biçûk î, dema tu mezin bibî tê çalakiya min fam bikî. Em di pêvajoya aştiyê de ne û barê aştiyê giran e û mirov dikare xwe ji bo aştiyê feda bike."
 
Nesrînê piştî xwe şewitand li Nexweşxaneya Rojhilata Navî tedawî dît lê di 9'ê Tîrmeha 2000'an de jiyana xwe ji dest da û cenazayê wê anîn Amedê. Nesrînê bi beşdariya bi deh hezaran di 11'ê Tîrmeha 2000'an de li Goristana Mardinkapi ya Amedê hat definkirin. 
 
Nezahatê gotinên Nesrînê ji bîr nake û beşdarî Însiyatîfa Dayikên Aştiyê dibe û li mîrata keça xwe xwedî derdikeve.