20'ê Hezîrana 2003'yan: Şemsê Allak ji aliyê jinan ve hat definkirin

  • 12:13 20 Hezîran 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Di Tîrmeha 2020'yan de li Mêrdînê Şemsê Allak ji aliyê Halîl Açil ve bi tecawizê rû bi rû hat hiştin û piştre ducanî ma. Şemşê mecbûr hat hiştin ku bibe hevsera duyem a Halilê ku xwediyê 5 zarokan bû. Şemsêya ku bi tecawiza Halîl rû bi rû hat hiştin piştre di bin navê biryara "toreyê" ya ji aliyê birayên wê Ridvan, Zulfikar, Emrullah ve hat dayin de, hat qetilkirin. 
 
Di 21'ê Mijdara 2002'yan de Halîl û Şemşê bi kevir û şivan hatin recimkirin. Halîl li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Şemsê rakirin nexweşxaneyê. Şemsêya ku 7 mehan li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê da di 7'ê Hezîrana 2003'yan de li Amedê jiyana xwe ji dest da. 
 
Jinan 7 mehan qet Şemsê tenê nehiştin. Şemşê dema jiyana xwe ji dest da 15 roj ji ser şehadeta wê derbas bû lê ji aliyê malbata wê ve cenazeyê wê nehat girtin. Jinan tabûta Şemsê li ser milên xwe hilgirtin û piştî nimêja cenazeyê Şemsê di 20'ê Hezîrana 2003'yan de sipartin axê. 
 
Ji bo birayên Şemsê yên ew qetil kirin, Mehmet Emin Allak 20 sal û 8 meh, ji bo Emrullah Allak 12 sal û 6 meh û ji bo Ridvan Allak jî 17 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayin. 
 
Şemsê bû yekem jin ku li ser milên jinan hat definkirin.