20'ê Hezîrana 1933'yan: Clara Zetkîn koça dawî kir

  • 10:58 20 Hezîran 2020
  • Di Dîrokê De Îro
87 sali berê Clara Zetkîn a ku ji bo tevgera jinê ya kedkar û sosyalîst mîrateyeke mezin hişt koça xwe ya dawî kir. 
 
Parêzvana mafên jinan, kedkar û sosyalîst Clara Zetkîn di 4'ê Tîrmeha 1857'an de li Elmanyayaê ji dayik bû. Clara di ciwaniya xwe de sosyalîzm nas kir û emrê xwe di oxira rêxistinbûyina tevga jinê de derbas kir. Di 1889'an de li Parîsê di nava pêvajoya 2'yemîn avakariya enternasyonalîst de cihê xwe girt û gelek alîkarî ji bo rêxistinbûyinê da. Clara Kovara şaxa weşana jinê ya ku tîraja wê gihaşt bi hezaran, Die Gleichheit (Wekhevî), 25 salan bi rê ve bir. Clara bû pêşenga tevgera jinê ya sosyalîst. Di 1907'an de di 1'emîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî de, di sekreterya jinê de wekî rêveber hat hilbijartin. 
 
Di 2'yemîn enternasyonalê de Clara bû ji parêzvana herî girîng a parastina mafê jinan a hilbijartinê. Di sala 1910'an de 2'yemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî pêk hat. Clara di vê konferansê de pêşniyar kir ku her sal roja jinê ya navneteweyî bê pîrozkirin. Di sala 1911'an de 8'ê Adara yekem bi daxwaza mafê bikaranîna dengê jinê hat pîrozkirin. 
 
Clara ya ku ji 1921'an şûnde di nava Komîteya Birêvebir a Enternasyonal a Komunîst de cihê xwe girt li dijî faşîzma Naziya Elmanayayê û faşîzma Mussolîna ya li Îtalyayê têkoşîn da.