Di riya ku çû azadiyê de pira ji agir: Sema Yuce

  • 09:07 17 Hezîran 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Sema Yuce ya di 21’ê Adara 1998’an de agir berda bedena xwe di 17’ê Hezîrana 1998’an de jiyana xwe ji dest dabû. Berxwedan, hêvî û agirê azadiyê ya di dilê wê de ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bû pira ji agir. Bi çalakiya xwe ya di 21’ê Adarê de pêk anî, komploya naveteweyî ya li hember Kurdan da nîşandan û li hember vê bi îradeya jina xurt bû bersiv.
 
Sema Yuce (Serhildan-Leyla) ku yek ji sembola dîroka jinê ya Kurd e, di 1971’ê de li gundê Aşagi Kargali ya Tutak a Agiriyê hat dinê. Rihê xwe yê berxwedanê ji malbata xwe ya ku ji serhildana Agiriyê re pêşengî kiribûn girtiye. Sema ji zarokatiya xwe de ji aliyê derdora xwe ve bi jîrbûn, lêpirsîn û îtîraza li dijî neheqiyan bal kişandiye. Ji ber van taybetiyan malbata wê wek Leyla Qasim xîtab dike.
 
Sema heta zanîngehê li Agiriyê dixwîne, di 1989’an de beşa Civaknasiyê ya ODTU'yê qezenc dike û diçe Enqereyê. Li vir xwendekarên welatparêz nas dike û di xebatê ciwanan yên YCK’ê de cih digire. Sema di 1991’ê de dest ji zanîngehê berdide û tevlî Tevgera Azadiyê dibe.
Sema ku tevlî têkoşînê dibe, aliyê xwe yê civakî û mirovahî seferber dike û li ser hewcedariyên pêvajo û demê kûr dibe û hewl dide her tiştî fêm bike. Li ser mijarên weke ‘jina Kurd kî ye?’, ‘cih û rola jinê çi ye’ bi taybet disekine û di vê mijarê de xwe pêş dixîne. Li Agiriyê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û li ser ji bilî hinek nîşeyan tu tiştek nehat dîtin. Demek dirêj di lêpirsîn û îşkenceyê de ma û piştre tê girtin. Li dadgehê 22 sal cezayê giran lê hat birîn û şandin girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî şandin girtîgeha Çanakkaleyê.
 
Semayê di 21’ê Adara 1998’an de bedena xwe da ber agir û ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bû pira ji agir. Sema 80 rojî li girtîgehê hat dermankirin. Rewşa wê ber bi başbûnê ve diçû lê di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
 
Di salên borî de ji bo bîranîna Sema Yuce li Bazid a Agiriyê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Sema Yuce hat vekirin û piştî tayînkirina qeyûman di 2017’an de hat girtin.