16'ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Kedkarên li Malê ye

  • 10:15 16 Hezîran 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Di Konferansa 100'emîn a Xebatê ya 16'ê Hezîrana 2011'an de piştî ku ji bo kedkaran "Peymana Karê Mirovî" ILOC189 hat qebûlkirin ji kedkarên li malê re jî hin maf hatin dayîn.
 
16'ê Hezîranê Roja Kedkarên li Malê ya Navneteweyî ye. Ev roj piştî  Peymana Karê Mirovî ILOC189 hat qebûlkirin. Welatên ku di serî de ev peyman îmze kirine Uruguay û hikûmeta Filipînê ne. Ji bo ku peyman bikeve rojevê jî îmzeya du welatan têrê dikir. Lê ji ber ku Tirkiyeyê peyman îmze nekiriye, di vî warî de tu sererastkirinên qanûnî jî nekirine.