Ji karkeriyê ber bi kozmonotiyê: Valentîna îro derket rêwitiya ewil a fezayî

  • 09:09 16 Hezîran 2020
  • Di Dîrokê De Îro
NAVENDA NÛÇEYAN - Kozmonot Valentîna Tereshkova rêwitiya wê ya ji bo fezayê li fabrîkayê dest pê dike: Jin di riyên hesinî yên Rûsyayê de bibin karker, çima nafirin fezayê?
 
Valentîna Teresh kova ji karkeriya fabrîkayê ber bi kozmonotiyê ve diçe. Valentîna li herêma Tutayevsky ya Rûsyayê li gundê Bolshoye Maslennîkovo di 6’ê Adara 1937’an de tê dinê. Malbata wê karker e û di Valentîna di 8 salî de dest bi dibistanê dike, perwerdeya lîseyê nîvco dihêle û dixebite. Di fabrîkayekê de dixebite û wê demê eleqeya wê ji bo paraşutê çêdibe, xwe qeydê kuluba hewayî ya herêmî dike û li vir perwerdeyê digire. Valentîna di 21’ê Gulana 1959’an de avêtina xwe ya ewil dike. Ev jî belkî dibe pêngava wê ya ewil a ji bo rêwistiya fezayî.
 
Kuluba paraşutê ava kir
 
Valentîna eleqeya wê her diçe ji bo zanista ezman zêde dibe. Li fabrîkaya dixebite, Kuluba Paraşutê ya Xebatkarên Fabrîkaya Tekstîlê ava kir. Serokatiya wê kir. Di heman demê de jî di Yekitiya Komunîstên Ciwan de jî faliyet meşand. Di 1961’ê de bû Sekretera Herêmî ya Yekitiyê û piştre tevlî Partiya Komunîst a Yekitiya Sovyetan dibe. Şerê zanistî yê di navbera DYA û Rûsyayê de, di çûyîna fezayî ya Valentînayê de roleke girîng dilîze. Ewil Yurî Gagarî di 1961’ê de çûbû fezayê û piştî vê endezarê roketa sereke ya Bernameya Fezayî ya Sovyetan, Sergey Korolyov pêşniyar kir ku jinek biçe fezayê.
 
Gelek jinên dildar hene
 
Gelek jinên paraşutvan ji bo biçin fezayê dibin dildar. Yek ji van jî Valentîna ye. Valentîna di 1961’ê de meha îlonê de ji navenda fezayê re nameyekê dişîne û daxwaza xwe vedibêje. Ji dildaran tenê 3 jinan dikin perwerdeyê. Salekê tên perwerdekirin û di vê pêvajoyê de ji sedî 100 zêdetir avêtinên paraşutê pêk tên. Ji bo çûyîna fezayê jî Valentîna tê hilbijartin. Valentîna di 16’ê Hezîrana 1963’an de bi mekîka fezayî ya bi navê ‘vostok 6’ davêjin fezayê.
 
‘Ey ezman min silav bike’
 
Valentîna beriya vê rêwitiyê nasnavê ‘chaîka’ (marti) tercîh dike û gotina wê ya dawî jî wiha bû ‘Ey ezman, kumê xwe dane û min silav bike, ez têm’. Rêwistiya Valentînayê tam 70 saet û 50 deqe didome. Di seranserê firînê de li dora cîhanê bi giştî 48 carî digere. Piştî firînê di 19’ê Hezîranê de li bajarê Karaganda ya Kazakîstanê dadikeve. Valentîna ji kesên ku berê çûbûn ferzayê dirêjtir mabû.
 
Ji şaşiyek mezin xilas bû
 
Piştî daketina Valentînayê, dewletê madalyeyên Nîşana Lenîn û Stêrka Zêr hêjayê wê dît. Valentînayê unvana Lehengiya Yekitiya Sovyetan jî girt û di axaftina ku kir de ewil rêxistina ciwanan silav kir, spasiyên xwe kir.
 
Lê Valentîna di nava hevpîşeyên xwe de rastî zayendperestiyê hat. Lê ev li pêş biryarên wê nabe asteng. Xebatên xwe yên polîtîka û ezman dimeşîne û dibe pîlota test, perwerdehiyan dide. Valentîna ji Dibistana Harp a Hewayî ya Zhukovsky mezun dibe û piştre di qada endezyariyê de doktoroya xwe temam dike. Wek kozmonot êdî dernakeve fezayê lê hemû jinan teşwîqê vê dike û dibêje: “Jin di riyên hesinî de bibin karker, wê bikaribin biçin fezayê jî.”
 
Valentîna di 1991’ê de di Komîteya Navenda Partiya Komunîst de peywirê dike. Di qada navneteweyî de jî sovyetan temsîl dike. Her wiha dibe nûnera Sovyetan a Konferansa NY’ê ya ji bo Sala Jinan a Navneteweyî ya Meksîkayê. Di konferansa Jinan a Kopenhagê de bi jinan re tê cem hev. Serokatiya Komîteya Jinan a Sovyetan dike.
 
Valentîna, li Rûsyayê xebatên xwe yên siyasî didomîne.