Sembola têkoşîna jinê ya bi 15 hezar endaman gihaşt girseyeke mezin

  • 09:47 3 Hezîran 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Komeleya Jinên Pêşverû di sala 1970'an de di avakirina pêvajoya "rêxistinên girseyî yên demokratîk" de derdikeve holê. Jinên ku di nava tevgerên sosyalîst ên çepgir de cihê xwe digirin di 3'yê Hezîrana 1975'an de saziyê ava dikin û heta darbeya 12'ê Îlona 1980'an jî jin di bin vê saziyê de tên gel hevdu.  
 
Komeleya Jinên Pêşverû di pêvajoyeke ku li dijî rêxistina azad a jinan dihat sekinandin de hat avakirin. Ji 1960'an şûnde jin dibin têkoşerên çalak ên pêvajoyê. Bi vê yekê baweriya mîsyona têkoşîna kedê pêş ket. 
 
Hejmara endamên nêzî 15 hezarî
 
Di 3'yê Hezîrana 1975'an de ÎKD ji aliyê 30 jinî ve li semta Çeliktepe ya Stenbolê li şevnişeke tenê odeyeke wê heye, avahiya ÎKD'yê tê avakirin. 4 sal piştî avakirina ÎKD'yê şûnde di sala 1979'an de hejmara endaman gihaşt nêzî 15 hezarî.
 
Mîtînga 'Ji êşa kezebê re bes e'
 
Yek ji mîtinga ÎKD'ê ya bi nav û deng 'Ji êşa kezebê re bes e' ye. Ji 1975'an şûnde kuştinên jinan zêde dibe. Li dijî vê yekê rêxistinên jinan mîting li dar xistin. 
 
Komeleya yekem a bi rêveberiya awarte hat girtin 
 
ÎKD komeleya yekem e ku di 28'ê Nîsana 1979'an de ji aliyê Fermandariya Rêvberiya Stenbolê hat girtine. ÎKD a ku ferasetên nû yên rêxstinên cuda ava kir heta 12'ê Îona 1980'an dewam kir. ÎKD a ku nêzî 15 hezar endamên wê hebûn 8'ê Adarê bi awayekî girseyî pîroz dikir. Her wiha gelek ÎKD'yîyan di nava têkoşîna femînîst a di 1980'an de pêş ket cihê xwe digirtin. 
 
Jêderk: Kaynak: Birsen Talay Keşoglu, Komeleya Jinên Pêşverû, Nêzîkatiya Femînîst a di siyasetê de, Hejmar 12 (2010)