27’ê Gulana 1983’yan: Di encama têkoşîna jinan de mafê kurtajê bû qanûn

  • 09:02 27 Gulan 2020
  • Di Dîrokê De Îro
ENQERE - Li Tirkiyeyê di 27’ê Gulana 1983’an de mafê kurtajê bû qanûn û her çiqas bê rojevê jî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî fîîlî hat qedexekirin. Di 2012’an de piştî gotinên Tayyîp Erdogan yên weke ‘Her kurtajek Qilabanek e’ şûnde bi hezaran jinî bertek nîşan da û niha li gelek herêman nexweşxaneyên dewletê yên ku kurtajê dikin tune ye.
 
Mafê kurtajê ku yek ji mafên herî girîng yê jinan yên ji dest hatiye girtin,li gelek herêman hîna bi awayekî fîîlî qedexe ye. Li cîhanê yekem welatê ku bi awayekî qanûnî mafê kurtajê da nasîn Yekitiya Sovyetan bû. Li Yekitiya Sovyetan di 1934’an de hejmara jinên ku kurtaj kirin gihişt 700 hezar û bi zêdebûna hejmarê re di 1936’an de di qanûnê de guherîn hat kirin û kurtaj bi awayekî zêde bi şertên tibî ve hat girêdan. Piştî yekitiya Sovyetan li Îzlandayê mafê kurtajê bû qanûn. Li Ewropa Rojava jî dîsa ji ber sedemên tibî kurtaj bû qanûn û gelek welatan pêkanîna Îzlandayê mînak girt.
 
Ji 50 eyalatên DYA’yê li 40 hebî kurtaj qedexe ye
 
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 1973’an de kurtaj bû qanûn. Li Teksasê têkoşîna jinekê ya li dijî qedexeya kurtajê, derket dadgeha herî bilind a welat. 9 dadgerî 2 salan bûyer lêkolîn kirin û di 1973’an de bi pirdengiyê biryara qanûnîbûna kurtajê dan. Bi vê dozê re jinan mafê kurtajê bi dest xistin. Ligel têkoşîna ku jinan da jî sînorkirinên ji bo kurtajê jî hatin zêdekirin. Di 1989’an de mafê qedexekirina kurtajê dan nexweşxaneyan û fonên eyaletan. Ji 50 eyaletên DYA’yê li 40 hebî piştî demekê bi gotina ku ‘jiyana dayikê ne di xetereyê de be dikare bê kirin’hat qedexekirin. Ev pêvajo jî di navbera hefteyê 24 an jî 28 hat diyarkirin.
 
Li gelek welatî qedexeya kurtajê didome
 
Li Fransayê kurtaj di 1975’an de bû qanûn. Di 1971’ê de 343 jin hatin cem hev û manîfestoyek weşandin û bertek nîşanê qedexekirina kurtajê dabûn.Jinan diyar kirin ku li Fransayê her sal mîlyonek jin derveyê qanûnê kurtajê dikin û gotin ew jî di nav vê mîlyonek jin de ne û bi vê hewldanê di Çileyê 1975’an de kurtaj bû qanûn. Têkoşîna jinan ya li dijî kurtajê didome, lê îro hîna jî li gelek welatan kurtaj qedexe ye.
Li Tirkiyeyê wek îxanet hat qebûlkirin
 
Li Tirkiyeyê mafê kurtajê her tim ji aliyê desthilatdariyan ve hedef hat girtin. Piştî yekemîn şerê cîhanê di navbera 1911-22’an de li Tirkiyeyê pirsgirêka nifûsê rû da. Ji ber şer nifûs heta ji sedî 30’yî kêm bû. Ji bo zarok bên dinê teşwîq anîn, ji bo kurtajê cezayên giran anîn. Di 1938’an de temenê zewacê bi mêran re daxistin 17 bi jinan re jî daxistin 15’yî. Alav û dermanên ku pêşî li ducaniyê jî digirin hatin qedexekirin. Her wiha kurtaj jî wek îxaneta li dijî welat hat nirxandin.
 
PiştÎ zêdebûna nifûsê şûnde di 1970’ê de nîqaşên kurtaj û kontrola welîdînê dîsa hat rojevê. Rêxistinên jinan û hekîman ji bo serbesetkirina kurtajê û kontrola welîdînê rapor amade kirin û diyar kirin ku kurtaj divê wek xizmeta dewletê bê hesibandin û bê pere bê kirin. Di serê salên 1970’ê de bi giştî mîlyonek û nîv welîdîn çêbûn û nêzî 500 heb jî jiberçûyîn çêbû. Li gorî texmînan di 1979’ê de 500 hezar jiberçûn çêbûne û nêzî 25 hezar jin jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ya wê demê di 1981’ê de ji 450 hezar jiberbûnê 350 hebî kurtaj tercîh kiriye.Di 27’ê Gulana 1983’an de li Tirkiyeyê qanûna der barê plankirina nifûsê de hat weşandin û di mijdarê de di esasa rêbazan de dikare kurtaj bê kirin, dest pê kir.
 
‘Her kurtaj Qilabanek e’ qedexe dîsa sor kir
 
Li Tirkiyeyê piştî kurtaj bû qanûn jî bi dehan carî hat rojevê. Recep Tayyîp Erdogan nîqaşên kurtajê bi van gotinan anî rojevê: “Her kurtajek Qilabanek e”. Ez wisa dibînim. Hûn radibin rûdinin dibêjin Qileban. Lê her kurtaj Qilebanek e.” Jian bertek nîşanê vê dan û li gelek bajaran hatin cem hev û protesto kirin.
 
Bi awayekî fîîlî qedexe kir
 
Piştî van gotinan berteka yekem ji Kolektîfa Femînîst a Stenbolê hat. Di 27’ê Gulanê de femînîstan li ber ofîsa serokatiyê ya Dolmabahçeyê pankarta ‘Mafê kurtajê çima serokwezîr eleqeder dike?’ vekirin û rê birîn. Her wiha ji aliyê jinan ve li ser malpera ‘kurtajyasaklanamaz.com’ îmzeya 60 kesî û hezar sazî kom kir û şand ji TBMM û hikûmetê re. Tevî hemû hewldanan jinan bi hikûmetê şûnde gav da avêtin.
Di vê pêvajoyê de hikûmetê, armanca kontrolkirina zayendî û welîdîna jinê bi awayekî din xist dewrê. Bi pergala şopandina welîdîn, ducaniyê (GEBLÎZ) jin qeyd kirin. Bi vê re jî li Tirkiyeyê kurtaj bi awayekî fermî neyê qedexekirin jî bi awayekî fîîlî hat qedexekirin. Her wiha nexweşxaneyeke dewletê ya ku xizmeta kurtajê dide jî tune ye.