Behîce Boran a cara pêşîn li Tirkiyeyê wekî jinekê bû seroka giştî ya partiyeke siyasî

  • 11:00 1 Gulan 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Behîce Boran a di 1'ê Gulana 1910'an de ji dayik bû û di 10'ê Cotmeha 1987'an de jiyana xwe ji dest da di 2'yê Mijdara 1970'an de wek Seroka Giştî ya Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) hat hilbijartin. Cara pêşîn li Tirkiyeyê wekî jinekê bû seroka giştî ya partiyeke siyasî. Bi gotina wek 'Jidayikbûna sosyalîst nabe, sosyalîstî tê jiyîn' bi hafizaya civakê de cihê xwe girt.  
 
Malbata Behîce di 1890'î de koçî Bursayê dike. Behîceyê dibistana seretayî li Bûrsayê dixwîne. Dema Yewnan dikevin Bûrsayê koçî Stenbolê dikin. Dibistana Navîn li Koleja Keçan a Amerikayê ya Arnavutkoyê bi dawî dike. Bavê wî jî di heman de demê de yekî rewşenbîr bû. Loma Behîce derfet dît ku li Dibistana Firansizî jî bixwîne. Lê dema ku ev dibistan hat girtin li Dibistana Navîn li Koleja Keçan a Amerikayê ya Arnavutkoyê dest bi xwendinê kir. Behîce li Zanîngeha Michiganê doktoraya xwe ya civaknasiyê bi dawî kir û di 1939'an de vegeriya Tirkiyeyê û wekî doçent li beşa Sosyolojiyê ya Fakulteya Dîrok-Erdnîgarî û Zimên dest bi peywirê kir. 
 
Ji ber fikra xwe ya siyasî ji zanîngehê hat dûrxistin
 
Behîceyê dest bi faaliyetên Kovarên Cîhan û Gav kir. Behice di 1948'an de ji ber fikra xwe ya siyasî ji zanîngehê hat dûrxistin. Di 1950'an de ji ber ku şandina leşkeran a ji bo Koreyê şermezar kir û belavok belav kir 15 mehî cezayê girtîgehê girt. 
 
Cara pêşîn li Tirkiyeyê wekî jinekê bû seroka giştî ya partiyeke siyasî
 
Behîceyê di 1962'an de bû endama Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û di hilbijartinên 1965'an de parlamentera Rihayê hat hilbijartin. Çend serdeman li Parlementoya Ewropayê Tirkiye temsîl kir. Behiceyê di 2'yê Mijdara 1970'an de wek Seroka Giştî ya Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) hat hilbijartin. Cara pêşîn li Tirkiyeyê wekî jinekê bû seroka giştî ya partiyeke siyasî. 
 
Cezayê 15 salan ê girtîgehê lê hat birîn
 
Bi muhtirasa di 12'ê Adara 1971'an de ew û partiya wan hat girtin. Cezayê 15 salan ê girtîgehê li Behiceyê hat birîn. Di 1974'an de ji efûya giştî sûd girt û serbest hat berdan. Di 1975'an de partiya TÎP'ê dîsa hat avakirin û wekî seroka giştî hat hilbijartin. Di darbeya 12'ê Îlona 1980'an de Behice demeke di hepsa malê de ma û piştre derket derveyî welêt. Behice bi gotina wek 'Jidayikbûna sosyalîst nabe, sosyalîstî tê jiyîn' bi hafizaya civakê de cihê xwe girt.