‘Li dijî binpêkirina keda jinê berxwedana jinê didome’

  • 09:12 25 Adar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
NAVENDA NÛÇEYAN - Li New Yorkê di 1911’an de di şewata li Fabrîka Trîangle de derket 123 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Binpêkirina keda jinan yên wek hêza erzan a kar tên dîtin, îro jî didome. Lê jin jî li dijî binpêkirina ked û jiyana xwe hîna li berxwe didin.
 
Tiştên di 8’ê Adara 1957’an de hat jiyîn ne mînaka yekem û ne jî ya dawî ya qetilkirina karkerên jin bû. Li New York a DYA’yê 120 jinên di fabrîkayek tekstîlê de dixebitîn ji ber şert û mercan di grevê de bûn û rastî êrîşa polîsan hatibûn, di fabrîkayê de hatibûn girtin û ji ber şewatekê jiyana xwe ji dest dabûn. Vê carê jî di 25’ê Adara 1911’ê de li Fabrîkaya Gomlek a Trîangle pêk hat.
 
Di krîza aborî ya 1908’an de mûçeyê karkeran hat xistin û şert û mercên xebatê gelek xera bû. Saetên xebatê ji 65 saetan heta 75 saetan derket. Fabrîka Gomlek a Trîangle jî yek ji van fabrîkayan bû. Berê jî du caran xetereya şewatê lê hatibû jiyîn. Xwediyên fabrîkayên Harrîs û Blanck li dijî sendîkayan bûn. Di payîza 1909’an de 150 endamên sendîkayê ji kar tên derxistin û di îlona 1909’an de ketin grevê. Lê bi zexta karsazan polîs mudaxaleyê grevê dike û hemûyan digire.
 
Grev gihişt armanca xwe
 
Di 4’ê Kanûna 1909’an de nêzî hezar jinên karkerên di grevê de ber bi şaredarariyê ve meşiyan. Greva ku di belgeyan de wek greva herî mezin a jinan tê binavkirin, di sibahata 1910’an de bi dawî bû piranî daxwaza karkeran hat qebûlkirin. Lê Fabrîkaya Trîangle peymanê red dike.
 
Şewata ku Amerîka guhert
 
Di 25’ê Adara 1911’an de dawiya hefteyê bû û zû kar hatibû qedandin. Saet 16.45 nîşan dida. Şewata ku tê texmînkirin ji ber îzmaretek cigareyê derketiye, di katê 8’an de dest pê dike. Her kes hewl dide fêm bike û ber bi asansor û derenceyan ve direvin. Lê tenê asansorek dixebitî û derenceyên şewatê jî miftekirî bûn. Piranî kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan jin û zarokên temenê wan di navbera 14-25’an de bûn. 146 karkerî jiyana xwe ji dest da û ji van 123 heb jin. 23 heb jî mêr bûn.
 
Piştî şewatê..
 
Piştî komkujiyê çalakiyên protestoyî yên bi hezaran kes tevlî bûn pêk hatin. Ji bo sedemên şewatê û berpirs bên dîtin kom hatin avakirin. Di 5’ê Nîsanê de merasîmeke cenazeyê ya 80 hezar kes tevlî bûn pêk hat. Yekitiya Sendîkayên Jinan û Sendîkaya Locan 25 meşa şînê bi protestoyê kir yek. Bi sedhezaran karkerî wê rojê kar berda û tevlî meşê bû.
 
Pêvajoya dadgehê
 
Du hefte piştî şewatê hevkarên Trîangle Isaac Harrîs û Max Blanck ji sûcê cînayetê hatin darizandin. Di pêvajoya darizandinê de ji sedî zêdetir şahid tên guhdarkirin. Lê xwediyên fabrîkayê tu car girtina deriyan qebûl nake.
 
Cînayetên kar hîna didomin
 
Dema em li dîrokê dinêrin ji bo jinên li Bursayê jiyana xwe ji dest dan beramberê jiyana wan du sal ceza veguhertin 182 hezar TL, li Bangladeşê jî piranî jê jin li Rana Planaza bi hezaran kes lê mirin, dîsa gelek şewat û qezayên din…Lê li dijî vê tabloyê ya ku hêviyê dide jî hîna kesên ku berxwe didine.
 
Çavkanî: Kovara Jinan a Petrol-Îş 2013/hejmara gulanê