8'ê Çileya 2008: Jinan xwe di bin navê Guldunya de bi rêxisin kirin

  • 12:59 8 Çile 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Guldunya Toren a di sala 2004'an de bi biryara "eşîra malbata xwe" ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin hîna 22 salî bû.  Guldunya ji ber ku ji aliyê xizmekî xwe ve bi tecawizê re rûbirû ma hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Guldunyayê bi 4 salan li warê Guldunya Bedlîsê ji aliyê komek jin ve, bi navê Guldunya komeleyeke jinan hat vekirin û di bin banê wê komeleyê de jinan xwe bi rêxistin kir. Jinan diyar kir ku armanca wan ji vekirina komeleyê ew bû ku mafên jinan ji wan re vebêjin û li dijî qirkirina jinan têbikoşin.