25'Mijdarê: Xwîşkên Mîrabel hatin kuştin

  • 14:51 25 Mijdar 2019
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di sala 1930’an de li Komara Domînîkê piştî darbeya leşkeri dîktador Rafael Turujillo hat îktîdarê. Rafael bi zext û zordariyê welat bi rêvedibir. 31 salan li dijî dîktatoriyê têkoşîna azadî û demokrasiye hat dayîn. Ligel têkoşînê binçavkirin, girtin û mirin jî li pêş bû. Di van dewrê de jî têkoşîna Tevgera Calandestinayê li pêş bû. Tevger ji hela Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel ve hatibû avakirin.
 
Xwîşkên Mîrabel, bi dehan caran hatin girtin û ne tenê girtin dîktatorî dest danî ser mal û milken wan.  Xwîşkên Mîrabel wekî xayîn hatin îlankirin. Piştî îlankirina xayintiya xwîşkan, di 25’ê Mijdarê di sala 1960’an de dema Xûşkên Mîrabel ji girtîgehê vegeriyan di rê de maşîneyên wan hatin rawestandin. Xûşkên Mîrabel bi tecawizê re rû bi rû man û piştre jî bi hovane hatin kuştin. 
 
Piştî bi salan di sala 1981’an de li Kolombiyayê Komcivîna Jinan a Jinên Latîn Amerîkayê hat lidarxistin. Di komcivînê de biryara Roja 25’ê Mijdarê bibe Roja Piştevaniya Navneteweyî û Têkoşîna Li dijî Şîdetê hat dayîn. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan îlan kir.