Ji ser girtina JINHA'yê 3 sal derbas bû

  • 12:42 29 Cotmeh 2019
  • Di Dîrokê De Îro
Piştî hewildana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an şûnde bi îlankirina OHAL'ê û derxistina Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) gelek sazî û dezge hatin girtin. 
 
Di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê ajansa yekem a jinê ya nûçeyan JINHA hat girtin. Tevî JINHA'yê, Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dijleyê, Azadiya Welat, Yuksek Ova Haber, 10 rojname, 2 ajans û 3 kovar hatin girtin.
 
Bi daxuyaniya ku JINHA'yê dabû ev hatibûn gotin:
 
"Nûçeya Ajansan a Jinê ya di cîhanê de yekem e îro bi KHK'ê hat girtin. JINHA heta îro bi dirûşma "Û em dinivîsin....Bêyî ku em bifirin ka mêr dibêjin çi" bû dengê jin, zarok û kesên tên çewisandin. JINHA ji aliyê AKP'ê ya ku polîtikayên dijminê jinê diafirîne û ji hêza jinê ditirse bi KHK'ê di serdema OHAL'ê de hat girtin. 
 
JINHA dengê têkoşîna jinê ye
 
Li dijî zayendperestiyê JINHA dengê têkoşîna jinê ye. Ajansa Jinê ya ku caram yekem ragihand ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, JINHA bû. Nûçegîhanên me ji ber ku hem jin in hem jî ji ber sekna xwe ya şoreşî her bi zextan rû bi rû tên hiştin. Lê me her li berxwe da ku em bi perspektîfek li dijî şer xebatên xwe bimeşînin. 
 
Bêyî ku em bêjin mêrê çi bifikire em binivîsin
 
JINHA îro bi KHK'ê hat girtin. Li dijî hemû êrîş, astengî, binçavkirin û astengiyan em sekinînin. Em ê têkoşîna xwe ya bûye dengê jinê dewam bikin. Bêyî ku em bêjin mêrê çi bifikire em binivîsin.