Navenda Arî ya tenduristiyê nexweşiyên jinan derman dike

  • 09:30 27 Îlon 2017
  • Tenduristî/Werzîş
Rûken Goman
 
DÊRIK - Bijîşkên Navenda Arî yên jin ya Tenduristiya Jinê kêfxweşiya xwe bi xizmetkirina jinan anîn ziman û gotin: "Ev navend xizmeta hemû jinan dike, em pir kêfxweşin dema em tiştekî wiha ji jinên civaka xwe re dikin."
 
Li gundê Tebka yê Bajare Dêrikê yê Herêma Cizîrê, bi pêşengiya Weqfa Jina Azad Navenda "Arî" ya Tenduristiya Jinê di 6'ê Hezîrana 2017’an de hate vekirin. Ev navend bi armanca xizmeta ji bo tevahî jinên ku li gundên Koçerata dijîn û zehmetiyê ji bo çûna bajar dikşînin, hatiye vekirin. Têkildarî mijarê bijîşkên vê navendê kar û xebata xwe nirxandin. 
 
Bijîşka jinan Şaha Muhsin Baço diyar kir ku wan pêwîstî bi vekirina navendeke tenduristiyê ji bo jinan dît û wiha got: "Xelkên gundên Koçerata di dema nexweşiyên xwe de ji ber ku ew gund dûrî bajar bûn zehmetî dikşandin heya digihştin bajar. Bi taybetî jî jinên ku gelek caran bi nexweşiyê re rû bi rû diman û ji bo wan bajar dûr bû, rastî zehmetiyan dihatin. Ji ber van sedeman me pêwîstî dît ku em navendek tenduristiyê ji bo jinan vekin. Gundê Tepkê gundê herî guncaw bû ji bo tevahî gundên Koçerata ji ber ku hema hema di navenda wan gundan de ye. Jin jî bi kêfxweşî berê xwe didin vê navendê û nexweşiyên wan tên dermankirin. Wekî em dizanin jinên li gundan kedkar in, dema wan zêde tune ye ku biçin bajaran an jî zû bi zû nexweşiyên xwe derman bikin. Lê dema navendek bi vî rengî nêzî cihê wan be jin serdana wê dikin û li rewşa xwe dipirsin."
 
Navend xizmeta tevahî jinan dike 
 
Şahayê da zanîn ku nexweşiyên herî balkêş ên jinan ku tên ber destê wan ev nexweşî ne: "Nexweşên ku tên navendê bi piranî nexweyên wan ji ber îltîhabê ne. Ev navend bê cudahî di xizmeta hemû jinan de ye. Em pir kêfxweşin dema em tiştekî wiha ji jinên civaka xwe re dikin.  bila her jinek li tenduristiya xwe baldar be û berê xwe bide navenda tenduristiyê."
 
Bijîşk Hezna Ferhan yek ji bijîşkên jin ên ku li Navenda Arî ya tenduristiya jinan kar dike ku bi taybetî bi jinên ducanî re mijûl dibe û wiha behsa xebata xwe dike: "Êdî pêwîst bû ku navendeke bi vî rengî ji bo jinan were vekirin û jin bi xwe li nexweşiyên jinan bipirsin. Ji ber ku jin êşa jinê hîs dike û nexweşiyên hev nas dikin. Jin jî bêhtir li gel bijîşkên jin rehet in.  Em bi hêvî ne ku gelê me jî bi me re alîkar be da ku em bikaribin xizmeteke baş ji civaka xwe re pêşkêş bikin."