Gonul Adibelî: Ji bo çareseriyê divê em mil bi mil têbikoşin

  • 09:05 11 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Rengîn Azîzoglu-Medya Uren
 
AMED -  Endama SES’ê Gonul Adibelî li ser vîrusa koronoyê û xebatên ewlehiyê axivî û wiha diyar kir: “Bi yektiyê em ê bikaribin vê karasetê derbas bikin, lewra îqtidar vê pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe birêve dibe. Karaset her ku diçe mezin dibe û ji bo demên pêş jî tu amedekarî ne hatine kirin. Em weke STK’a ji di nav pêvajoyê de ne lewra Midurê tendurustiyê daxwazên me yên hevdîtinê bê bersiv dihêle.”
 
Vîrusa koronoyê (COVÎD-19) a ku ji bajarê Vuhan ê Çînê belavî cîhanê bûye bu sedema mirina bi hezaran mirovan. Di 11’ê Adarê de Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyeyê bi daxuyaniya da re got li Tirkiyê jî vîrus belavbûye. Di heman rojê de jî vîrusa ji aliyê Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê ve weke ‘pandemî’ hat îlankirin.  Ji bo ewlehiyê Tirkiye di nav de 4 aliyên cîhanê di nav xebatan de ne. Endama Sendîkaya Kedkarên Tendurustiyê (SES) Gonul Adıbelî da zanîn ku ev xebat ne têr û tijî ne. Gonul li ser van xebatan bi me re nirxandinên xwe parve kirin.
 
‘Gel û tendurustvanan bê agahî hêştin’
 
Gonul got li bajarê Vuhan ê Çînê em bi zêdebûna nexweşiya zatureyê ya  ku hîna sedem wê ne hatiye eşekere kirin re şiyar bûn û wiha:”Em bûn şahid ku destpêkê Çîn û hemû cîhan berdêlên giran dan. Bi hezaran kesÎ jiyana xwe ji dest dan û hîna ev karaset mezin dibe. Di vê pêvajoyê  rayedaran qet bahsa vîrusê ku li Tirkiyeyê jî belav bûye nekirin. Ango daxuyaniyên hundirên wan vala bi raya giştî re parve kirin. Li rexa vê ji gotinên ‘hertişt di bin venîrîna me de dimeşe, tişekî tirsê tu neye, me hemû ewlehiyên pêwîst girtin’ parve kirin.  Lê ev ewehiyane çi ne ne ji gel re ne jî ji xebatkarên tendurustiyê re nehatin vegotin. Vîrus welat bi welat belav dibû, bi zêdebûna li Îran û Îtalyayê re Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê li pey hev hewariya rewşa awarte dan û alarma sor pêxistin. Piştî wê ji wezîrê tendurustiyê bi daxuyaniya kirî re got ‘dibe li welat vîrus belav bibe.’ Di heman wextê de ji bi belavbûnê re Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê şewb wekî ‘pandemî’ îlan kir.”
 
‘Em di ezmûnekê re derbas dibin’
 
Gonulê di destpêka axaftina xwe de karasta pandemiyê bi bîr anî û wiha got: “ Yan em ê bi hevgirtin û yekbûnê vê pêvajoyê bi zerarên biçûk derbas bikin, yan ji wê hikumet berjewendiyên sermayedar di pêşde bigre dest û di rêveberiya xwe ya takekes, partîzan, ototrîter û bê berpirsyarî de israr bike. Lewra ev ê li şuna çareserkirina pirsgirêkan rê li ber karasetên mezin ên beveger veke. Mixabin iqtidar bi polîtakayên xwe yên pêşve dixe re her roj me xemgîn dike. Bi salan ji bo erkdarkirinê prensîbên marîfet û karîgereriyê ji nedîtî ve tên. Ev ji rewşa pergalê dide nîşakirin. yek ji sedemên ji nav karasetê dernektin wê ev be. Li rexa vê kesên hatine erkdarkirin jî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Di aliyê tendurustiyê de û parastinê de kêmasiyên mezin dijîn. Îro Tirkiye di nav de hemû cîhan di ezmûnekê re derbas dibe. Di encama vê ezmûnê de em çiqas girîngî didin demokrasiyê, civakê, mafê mirovahiyê wê eşkere bibe û di heman demê de di aliyê bingeha tendurustî û aboriyê de em ê çi bidin ber çavan wê diyar bibe.”
 
‘Pirsgirêkên xweparastinê berdewam dikin’
 
Gonul got divê em ji bo vîrusê gelek zelal tevbigerin. Ango ji bo ewlehî û başkirinê riyên pispor didin nîşankirin divê werin şopandin. Gonul got şopandina mirovên zanyar ne ji bo me tenê ji bo hemû cîhanê derbasdar e. Gonul wiha berdewam kir: “Ev rêbazane tenê wê me bibin çareseriyê. Ji ber vê yekê çi Wezîrê tendurustiyê çi ji rayedarên hikumetê bin divê agahiyên zanistî û rast bi gel re parve bikin. Divê ez cardin bi bîr bînim ku pirsgirêka xweparastinê hîna berdewam dike. Ji bo demên pêş jî tu amedekarî nehatine pêkanîn û pirsgirêka sazumaniyê heye. Li rexa van ji komên tendurustvanan ên li hemberî vîrusê li ber xwe didin di aliyê zanistê de lewaz in. Bi perwerdeya rojekê re dixwazin pirsgirêlê sernixumandî bikin. Nobetên 24  demjimêrî hîna berdewam dikin û derfetên bêhnvedanê tune ne. Ev ji dibe sedem ku pergala jêbexşiyê lewaz bibe û kes zû enfekte bibin.”
 
‘Daxwaza hevdîtina me ya  bi midurê tendrurustiyê re bê bersiv ma’
 
Gonul got ku her diçe jimara kesên bi şewba vîrusê ketine zêde dibe. Lewra bi mezinbûnê re jî em dibin şahidê gelek bûyeran ku gelek kes bê cidiyet nêzî karasetê dibin. Gonulê anî ziman yek ji van bûyeran, bi çalekiya çepik lêdanê ya ji bo xebatkarên tendurustvan re nixumandina kêmasî û pirsgirêkan e. Lewra li şuna çepikan dikarîn pirsgirêkan çareser bikin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Mixabin tendurustvan di bin gefeke mezin de dixebitin û rêjeya ketina bi nexweşiyê ya wan zêde ye. Di vî alî de jimara ji aliyê wezîrê tendurustiyê ve hatiye parvekirin dil fireh ne dikir. Jimara tendurustvanên bi şewba vîrûsê ketine gelek zêde ye, ya ku em dizanin 4 tendurustvan li Amedê ji di nexweşxaneyê de hatine razandin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Pêvajo bi awayek zelal nayê bi rêve birin. Me daxwaz kirku em bi Midurê Tendurustiyê re hevdîtinê pêkbînin. Lê hîna daxwza me bê bersiv e.  Em weke STK di nava pêvajoyê de  ne û şopdarê wê ne jî.”
 
‘Bêyî pêşniyara bijîşkan derman bi kar neînin’
 
Gonul biqal kirina lêkolînekê re gotina xwe wiha berdewam kir: “Di encama lêkolînekê de hat gotin ku dermanê bi navê ‘Plaquenil’ ku di başkirian lerza tayê de tê bikaranîn ji bo vîrusa koronoyê ji bi bandor e. Ji ber vê sedemê daxwazên li ser vî dermanî zêde bûn. Li ser vê yekê wezîrê tendurustiyê firotina derman qedexe kir û ji piyaseyê da komkirin. Li rexa ku lêkolînên li ser vê yekê berdewam dikin komeleyên pisporan gotin bandora başkirinê ya derman li ser vîrusê tüne ye. Di encamê de pêwîste bêyî pêşniyara bijîşkan derman neyên bikaranîn. Bi zanistên şaş tev negerin. Ev derman dibe ku zerarrê bide kesên nexweşiya wan a kronîk heye. Di astenkirina vîrusê de quralên herî bi bandor  xwe parastina ji têkiliyê ye, ango tesbîtkirina kesên bi kesê nexweş re ketine têkiliyê ye. Li dijî wê divê rêbazên giştîbûne werin pêkanîn. Lewra li nexweşxaneyan ji divê hemû nexweşên bi şika vîrusê serlêdan kirine ji hev cuda werin girtin.”