Suheyla Yel: Kêmasiya ekîpman û beşa lênêrtina giran heye

  • 09:05 10 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Şehrîban Abî
 
BEDLÎS - Hevseroka SES’ya  Bedlîsê Suheyla Yel, pirsgirêkên di qada tenduristî û kêmasiyên di pêvajoya pandemiyê de nirxand û got ew dixwazin krîzê bi awayekî zelal bi rêve bibin û got: “Li nexweşxaneyan beşên lênêrtina giran tüne ne. Ev jî wê bibe sedema tirs, fikar û bêkontroliyê.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da, hejmara kesên bi vîrusê ketiye jî bi hezaran e û roj bi roj ev hejmar zêde dibe. Bi taybet li bajarên herêmê kêmasiya nexweşxane, test û tedbîran balê dikşîne. 
 
Hevseroka SES’ê ya Bedlîsê Suheyla Yel, balkişand ser kêmasî û pirsgirêkên li Bedlîs û navçeyên wê û got xebatkar li nexweşxaneyan baş û paqij xwedî nabin, li odeyên bîhndanê 2-3 kes dimînin.
 
‘Mirovan neçarî xebata bêewle dikin’
 
Suheylayê der barê rewşa giştî ya bajar de wiha got: “Gel li gorî xwe tedbîran digire lê ev têr nake. Esnafên biçûk hîna dixebitin. Bêguman sedemên vê şertên aborî ne. Tu ewlehiya gel nayê girtin. Ji ber vê jî  kes neçar dimînin di şertên bê ewle de bixebitin. Em ji hevalên xwe yên qadê agahiyan digirin û navenda xwe ya giştî re parve dikin. Em kêmasî zor û zehmetiyên hevalên me pê re tên rû hev tespît dikin. Di vê pêvajoyê de em diyar dikin ku hevalên me ne tenê ne û dikarin her tim xwe bigihînin me.”
 
‘Dibêjin ‘ekîpmanan bi îdare bikar bînin’
 
Suheylayê daxuyakirin ku ji bo kedkaran di alî sembolîk de gelek tedbîr hatibin girtin jî di partîkê de xebatek cidî tune û got li bajar serwîsên ji bo veguhestinê qelsin û ev jî rê li ber qerebalixê vedike. Di qada tenduristiyê de jî pisgirêk tên jiyîn. Di odeyan de 2-3 kes dimînin. Xwarinên tên belavkirin sar in. Nebaş in. Ji ber vê ev pirsgirêkek cidiye. Dibêjin ekîpman bi îdar bikar bînin. Li Bedlîs û navçeyên wê yek jê taybet bi giştî 8 nexweşxane hene û ya Dewletê ya Tetwanê jî wek nexweşxana pandemî dixebite. Ev nexweşxane bêguman têr nakin. Alavên bîhndanê jî ji bo pêşerojê gelek qels in.”
 
‘Li seranserê Bedlîsê 34 kesên bi vîrusê ketine hene’
 
Suheylayê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de kesên bi KHK’ê îxrac bibûn divê demildest bên radestkirin û her wiha da zanîn ku li Bedlîs û navçeyên wê li gorî daneyên fermî 34 kes bi vîrusê ketine û 2 kes di beşa giran de ne, yek jî miriye.
 
‘Ji girtîgehan serlêdan tên’
 
Suheylayê balkişand ser rewşa girtîgehan jî diyar kir ku girtî di mijara parastinê de zehmetiyan dikşînin û got: “Di vê mijarê de serlêdan tên. Di mijara îzolekirina hinek koxuşan de serlêdan hene. Lê daxuyaniyek fermî tune. Divê demildest kesên bi rîsk bên berdan an jî wê drameke mirovahiyê ya cidî derkeve holê.”