Bîlançoya vîrûsa koronayê: 42 hezar û 344 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 12:23 1 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku bi virûsa korona ketine derket 859 hezar û 924'an. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 42 hezar û 344’an. Heta niha 178 hezar û 335 kesên bi korona ketine jî, baş bûne.
 
Virûsa korona (Covid-19) ku li Çînê derket û belavî tevahî cîhanê bû, her roj zêdetir dibin. Heta niha li tevahiya cîhanê 859 hezar û 924 kes bi koronayê ketine û 42 hezar û 344 kesan jiyana xwe ji dest daye.
 
Li Tirkiyeyê jî rewş her ku diçe xirab dibe. Li gorî daxuyaniyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê 214 kesî jiyana xwe ji dest daye, 13 hezar û 531 kesî jî bi şewbê ketine. 
 
Welatê ku herî zêde mirov bi koronayê ketine Amerîka ye. Li vî welatî 188 hezar û 592 kes bi korona ketine. 4 hezar û 55 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Piştî Amerîkayê welatê ku herî zêde mirov bi koronayê ketine Îtalya ye. Li vî welatî jî 105 hezar û 792 kes bi koronayê ketine.
 
Îtalya di cîhanê de waletê ku herî zêde mirovan ji ber virûsê jiyana xwe ji dest dane ye. Heta niha 12 hezar û 428 kesan jiyana xwe ji dest dye.
 
Îspanya di hejmara kesên bi koronayê ketine di rêza 3’yem, di hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane de jî, di rêza duyem de ye. Li Îspanya heta niha 95 hezar û 923 kes bi korona ketine, 8 hezar û 464 kesan jî, jiyana xwe ji dest daye.
 
Li Çînê ku virûs lê destpê kiribû,  81 hezer û 554 kes bi korona ketine, 3 hezar û 312 kesan jî, jiyana xwe ji dest daye.
 
Çend welatên din ku hejmara kesên bi virûsê ketine û ji ber virusê jiyana xwe ji dest dane jî wiha ne:
 
Almanya: Hejmara kesên bi virûsê ketine : 71 hezar û 808. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: 775
 
Fransa: Hejmara kesên bi virûsê ketine:  52 hezar û 128. Hejmara kesên jiyana xwe jidest dane: 3 hezar û 523
 
Îran: Hejmara kesên bi virûsê ketine: 44 hezar û 625. Hejmara kesên jiyana xwe jidest dane:  2 hezar û 898
 
Birîtanya: Hejmara kesên bi virûsê ketine:  25 hezar û 150 . Hejmara kesên jiyana xwe jidest dane:   hezar û 789
 
Hollanda: Hejmara kesên bi virûsê ketine:  12 hezar û 595. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane:   hezar û 39