‘Cudakariya li hember kal û pîran li dijî rêgeza wekheviyê ye’

  • 09:02 31 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Habîbe Eren
 
ENQERE - Derûnas Pelîn Balci diyar kir ku bi vîrusê re welatî vekişiyan malê û got: “Derbasî jiyanek ku hînê wê nebûne. Ji ber vê dibe ku li dijî pêvajoyê zehmetiyan bikşînin.”
 
Piştî ku Vîrusa Korona (Covîd-19) li Tirkiyeyê jî rû da, bangên li malên xwe bin hatin kirin. Li ser vê welatî derbasî îzolasyonê bûn.  Derûnas Pelîn Balci pirsên weke ‘Mirov çawa li dijî stres û fikarên tev bigerin?, Kesên si ser temenê 65’î çawa dikarin bên motîvekirin?, bersivand.
 
Pelînê diyar kir ku welatî di carekê de derbasî jiyaneke ku hînê wê nebûne bûne û got: “Tedbîrên di pergala tendrusitiyê de, di çapemeniya civakî de mijara herî girîng wek korona cih girtin, zor û zehmetiyên aborî, berpirsyariya ji tenduristiyê, bû sedema bandorek domîno.Yek ji bandora herî girîn a vîrusê ev e ku nezanîbûn e. Ji ber der barê vîrusê da agahî kêm tên zanîn. Di vê pêvajoyê de fikar, tirs, bêçarebûn, bêhêvîbûn normal e. Ji ber vê jî ev bandorê li ser mirovan dike û rê li ber stresê vedike.”
 
Rêbazê li dijî stresê
 
Pelînê daxuyakirin ku divê her kes di vê pêvajoyê de pirsên ‘Rîskên pêvajoyê çi ne?, em dikarin çawa li dijî vê têbikoşin, em dikarin ji kê alîkariyan bigirin, tiştên ku fikaran kêm dikin çi ne?’ ji xwe bipirsin. Pelînê ev tişt daxuyand: “Beriya vîrus bikeve jiyana me, tiştên ku mirovan dixwestin bikirin û nikaribûn bikin bînin hişê xwe. Mînak xwendina pirtûkan, temaşekirina fîlman û gelek tiştên din. Hûn dikarin vê bikin û xwe ji vê stresê xilas bikin.”
 
‘Bernameyan pêk bînin’
 
Pelînê got di vê pêvajoyê de her çiqas gelek tişt hatibin taloqkirin jî, gelek tiştên ku dikarin bên kirin hene û got: “Xwedîbûnek baş, egzersiz, xewek baş, xwendina pirtûkan. Lîstikên zanînê, lîstikên maseyê. Li mutbexê derbaskirina demê.”
 
‘Cudakariya li hember kal û pîran li dijî rêgeza wekheviyê ye’
 
Pelînê bal kişand ser zimanê li hember kesên di ser temenê 65’î de û got: “Armanca me parastina kal û pîran e. Lê zimanê em bi kar tînin, li dijî rêgeza wekheviyê ye. Piştî vîrus hat dîtin şûnde xebatkarên tenduristiyê, kal û pîr û xizmên wan hedef hatine girtin. Ev kesên hatine hedefgirtin dibe ku xwe tenê hîs bikin.”