‘Em nikarin xwe bihgînin Midûriyeta Tenduristiya Mêrdîn û ekîbpanê’

  • 09:27 29 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
MÊRDÎN - Hevseroka Şaxa SES a Mêrdînê Şukran Guzel diyar kir ku der barê vîrusê de li Mêrdînê hîna agahiyên zelal negirtine û got li hinek nexweşxaneyan sererastkirina tirajê tê kirin û got: “Me xwest em der barê kêmasiyan de û agahiyên rast bi Midûriyeta Tenduristiyê re hevdîtinê bikin. Lê mixabin bersivek nedan me.”
 
Ji ber vîrusa korona li seranserê cîhanê 18 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê jî ji ber vîrusê 92 kesî jiyan xwe ji dest dan û 5 hezar û 693 kes jî testa wan pozîtîf derket. Li Mêrdîna ku bajarê sînore jî vîrus roj bi roj mezin dibe. Li Qoser û Nisêbînê heta niha 500 kes li malê di bin karantînayê de ne.
 
Hevseroka SES’ê ya Mêrdînê Şukran Guzel tedbîrên li dijî vîrusê yên li nexweşxaneyan nirxand û got heta niha li bajar gelek qadê li nexweşxaneyan ji ber vîrusê hatine girtin.
 
‘Di alî girtina tedbîrê de dereng man’
 
Şukranê bi lêv kir ku li seranserê welat tedbîr qelsin û got: “Hem gel hem jî xebatkarên tenduristiyê di alî parastinê de bi kêmasiyan re tên rû hev. Li dijî vê vîrusa ku bi lez belav dibe divê zû tedbîr bihatana girtin. Qe nebûya divê civak bi awayekî zelal bihata agahdarkirin û ji bo kedkarên tendusitiyê jî hinek tedbîr bihatana girtin. Lê niha hewcedariyên sereke yên kedkarên tenduristiyê yên wekê onluk, lepik, rûpûş gelek kêmin.”
 
‘Di civakê de belavbûna vîrusê pêkane’
 
Şukranê destnîşan kir ku di rewşa ku tedbîrên têr neyên girtin de wê gelek encamên neyînî derkevin holê û got: “Rêxistinê pîşeyî kêmasî aşkera kirin. Di alî gîhandina agahiyên der barê parastinê de deren ketin. Gelek girîng bû ku xebatên zelal, agahiyên rast bên parvekirin. Qe nebûya wê ev daketa asta herî jêr. Li welat bi mîlyonan kesên xizan dijîn. Di rewşa vîrusê de mixabin ji bo hezaran kesî tedbîr nehatiye girtin.”
 
‘Midûriyeta bersivê nade randevuya me’
 
Şukranê got li Mêrdînê der barê vîrusê de ji tu nexweşxaneyên agahiyek zelal nikarin bigirin û got: “Li hinek têketinên nexwşxaneyan sererastkirina triyaj (Li gorî lezbûnê nexweş girtin) hatiye kirin. Divê hejmara testan bê zêdekirin. SES û Odeya Tabîban der barê mijarê de ji Midûriyeta Tenduristiyê randevu xwest. Lê mixabin hîna bersiv nehatiye dayîn.”
 
‘Yên îxrac bûne divê bên radestkirin’
 
Şukranê her wiha balkişand ser bi hezaran kedkarên ku bi KHK’yan bi awayekî dijhiqûqî hatine îxrackirin û got di vê rewşê gelek girînge ku ev karker bên radestkirin û divê bi taybet jî hejmara testan bên zêdekirin. Şukranê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku bila li gorî tedbîr û hîjneyê tevbigerin.