Li Başûrê Kurdistanê jiyan rawestiya

  • 11:40 14 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê, li Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê qedexeya derve hate ragihandin. Piştî ragihandina qedexeyê, kolan vala man.
 
Piştî biryara qedexeya derketina derve ya li Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê, kolanên Hewlêrê vala man. Bi taybet cihên ku rojane bi hezaran kes serdan dikirin, niha kes lê diyar nabe. Hemû dikan hatine girtin. Jiyan rawestiya ye.