Li Başûrê Kurdistanê jiyan rawestiya 2020-03-14 11:40:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê, li Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê qedexeya derve hate ragihandin. Piştî ragihandina qedexeyê, kolan vala man.   Piştî biryara qedexeya derketina derve ya li Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê, kolanên Hewlêrê vala man. Bi taybet cihên ku rojane bi hezaran kes serdan dikirin, niha kes lê diyar nabe. Hemû dikan hatine girtin. Jiyan rawestiya ye.