Vîrûsa korona li Îran, Iraq û başûrê Kurdistanê belav dibe

  • 15:46 7 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewba vîrûsa korona li Iraq û Başûrê Kurdistanê belav dibe. Li Hewlêrê jinek ducanî bi vîrûsê ketiye û parlamentera Tehranê jî ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest da.
 
Vîrûsa Korona ya ku li Çînê derket û her diçe belavî gelek welatan bû, li Îran, Iraq û başûrê Kurdistanê jî belav bû. Li Îranê parlamenterek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da û li Hewlêra başûrê Kurdistanê jî jineke ducanî bi virûsa korona ketiye.  
 
Li paytexta Iraq Bexda, Necef, Kerbela, Neysan, Kerkûkê heta niha 46 kes bi vîrûsê ketine. Li gel Iraqê li bajarê Silêmanî a başûrê Kurdistanê hatibû tesbîtkirin ku 5 kes bi vîrûsê ketine. Mirina yekem a ji ber vîrûsê li Silêmanî meleyê Mizgefta Mehwî Mele Reşîd bû. 
 
Rêberiya Tenduristiya Hewlêrê eşkere kir ku jina ku li Hewlêrê bi vîrûsa korona ketiye ducanî ye. Lê eşkere nekir ku çawa bi vîrûsê ketiye û hat diyarkirin ku rewş wê di bin kontrolê de ye. Wezîrê Tenduristiyê Dafer Allawî daxuyaniyek da û 5 deriyên hevpar ên bi Îranê re sînordar wê 8’ê adarê wê ji bo rêwiyan bigirin. Li gorî vê biryarê wê bazirganiya bi Îranê re bê sînordarkirin û heta 15’ê Nîsanê jî bidome.
 
Li Îranê parlamenterek ji ber vîrûsê mir
 
Li gorî Wezareta Tenduristiya Îranê rêjeya mirina bi vîrûsa koronayê, li welat zêde bûye. Li gorî medya Îranê parlamentera Tehranê Fatma Rehber ji ber vîrûsa korona li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Fatma Rehber di hilbijartinên 21’ê sibatê de weke parlamentera Tehranê hatibû hilbijartin û 56 salî ye. Wezareta Tenduristiya Îranê li ser nexweşiya vîrûsa koronayê daxuyaniyek da û diyar kir ku di 24 saetên dawî de 21 kesên din li Îranê ji ber vîrûsê mirine. Her wiha hate gotin ku 76 kesên  din jî bi vîrûsa koronayê ketine.
 
Li gorî wezaretê li Îranê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê mirine gihiştiye 145 kesî. Her wiha 5 hezar û 823 kes jî bi vîrûsê ketine. Ji vê 669 kes jî rewşa wan baş bûye. Li Îranê heta niha 24 parlmenter bi vîrûsa korona ketine.