Li 48 welatan vîrûsa korona belav bûye

  • 13:29 4 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom, diyar kir ku li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa corona 3 hezar û 110 kesî jiyana xwe ji dest dane û li 48 welatan belav bûye.
 
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ( WHO) Tedros Adhanom, diyar kir ku li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa corona 3 hezar û 110 kesî jiyana xwe ji dest dane û li 48 welatan belav bûye.
 
Tedros, li navenda xwe ya Cenevreyê têkildarî Vîrusa Corona (Covid-19) diyar kir ku ev nexweşî li 48 welatan hatiye dîtin û wiha got: "Li gelek welatên cîhanê mirovan li dijî cureyên vîrûsan bunyeya xwe zexm kirine. Lê Vîrûsa Corona nû ye. Ev vîrûs wekî yên din nayê dermankirin. Heta niha li cîhanê 90 hezar û 893 kes bi vê nexweşiyê ketine. 3 hezar û 110 mirov jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Li 48 welatan belav bûye. Li 122 welatan jî hêj ev vîrûs nehatiye dîtin.”