Li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê vîrûsa korona

  • 12:46 3 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora HRANA, li Girtîgeha Urmiyê, Sine, Xurimava ên li Rojhilatê Kurdistanê û girtîgehên Tehranê, Gurgan û li hinek girtîgehên din ên Îranê hejmarek girtî bi vîrûsê ketine. Her wiha hejmara kesên gumana vîrûsê bi wan re heye zêde bûye.
 
Li Îranê roj bi roj bîlançoya vîrûsa korona giran dibe û her ku diçe belav dibe. Niha gihaştiye girtîgehên Îranê jî. Li gorî rapora malpera HRANA (ya mafê mirovan’ ku duh hatiye weşandin, hejmara girtiyên ku bi vîrûsa korona dikevin zêde dibin.
 
Li gorî raporê, li Girtîgeha Urmiyê, girtiyê bi navê Mihemed Qenberdost bi vîrûsa korona ketiye û reşwa wî xerabe. Her wiha tê gotin ku li Girtîgeha Qizilhisar jî 2 girtî bi vîrûsa korona ketine. Di raporê de tê ragihand ku li Girtîgeha Êvîn a Tahranê ji ber vîrûsa koronayê girtiyekî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha tê gotin ku li beşa girtîgehê ya wî girtî lê jiyana xwe ji dest daye, hejmarek girtiyên siyasî ji ber greva birçîbûnê bedena wan lewazbûye û metirsiya girtina vîrûsa korona zêdetire.
 
Li gorî rapora HRANA, li Girtîgeha Urmiyê, Sine, Xurimava ên li Rojhilatê Kurdistanê û girtîgehên Tehranê, Gurgan û li hinek girtîgehên din ên Îranê hejmarek girtî bi vîrûsê ketine. Her wiha hejmara kesên gumana vîrûsê bi wan re heye zêde bûye.
 
Hêjayî gotinê ye ku li girtîgehên Îranê yên girtiyên siyasî lê tên girtin, pêwîstiyên bijîşkî kêm in û ji ber xemsariya rayedarên dewlêtê metirsiya belavbûna vîrûsê zêdetire.