Ji ber vîrûsa korona hejmara miriyan derket 2 hezar û 594’an

  • 12:32 24 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêjmara kesên ji ber vîrûsa korona mirin derket 2 hezar 594’an. Hêjmara kesên ku bi vîrûsê jî ketine li gelemperiya cîhanê bû 79 hezar. 
 
Bîlançoya vîrûsa korona (Kovid-19) ya ku di 12’ê kanûna 2019 li bajara Vûhan yê Çînê derket holê her diçe girantir dibe. Di 24 saetên dawî de 150 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
 
Ji ber vîrûsa korona heta niha li gelemperiya welat hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar 594’an. Her wiha hêjmara kesên ku bi vîrûsê ketine li gelemperiya cîhanê ji 79 hezar derbas kir, her wiha li Çînê jî gihişt 77 hezar 150.
 
Di 24 saetên dawî de di 409 kesên din de vîrûs hat tespîtkirin.