'60 welatiyên gundê Berxbotanê bi nexweşiya Leşmaniya ketin'

  • 09:03 24 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Jin, zarok, hemşîre û bijîşkên Kobanê di derbarê nexweşiya Leşmaniya de nêrînên xwe wiha vegotin: "Leşmaniya nexweşiyeke çerm e bi rêya pêvedana mêşê çêdibe. Mêşeke spî ye, biçûk e û bêdeng e. Dermankirina wê bi mehan dirêj dibe û bi rêya derziya Glucantime tê dermankirin."
 
Leşmaniya (Leishmania) nexweşiyeke çerm e Bi rêya pêvedana mêşê çê dibe. Ev mêş bi çûk e dirêjahiya wê 1-3 mm. Êvarî bêyî ku were hîskirin, bi mirovan vedide. Ji ber ku di dema firîna wê de tu deng jê dernakeve, mirov hîs nake. Ev nexweşî bi rêya xwînê derbasî kesên din dibe. Ev mêş kulbûna çerm çêdike. Piştî tê dermankirin cihê pêvedanê her tim diyar dibe û hişk dibe. Ev mêş ji avên gemarî yan kanalîzasyon û çemên mezin ên gemarî çêdibe.
 
Piştî şerê 2014’an û 2015’an li Kobanê, ji ber sedema cenazeyan, madeyên kîmyewî û her şer jî dibe sedem ku gemarî çêbe. Ji ber vê yekê welatiyên ku bi nexweşiya Leşmaniya ango heba salê dikevin zêde bûye. Li gorî Heyva Sor a Kurd îsal derdora 150 kes li herêma Firatê bi nexweşiya Leşmaniya ketine. Di derbarê vê mijarê de jin, zarok, hemşîre û bijîşkan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
 
'60 welatiyên gundê Berxbotanê bi nexweşiya Leşmaniya ketin'
 
Jina bi navê Salihê Qaso ya ji gundê Berxbotanê ye ji me re behsa nexweşiya xwe kir: "Piştî ku em koçber bûn û vegeriyan gundê xwe ev nexweşî derket. Berî şer ev nexweşî tune bû. Derdora 60 gundiyên me bi vê nexweşiyê ketin. Di destên min de 3 heb hatin. Ji bo dermankirinê me serdana Heyva Sor a Kurd a li Kobanê kir. Ji ber ku gundê me hinekî dûrî navenda Kobanê bû me zehmetî di çûn û hatinê de didîtin. 3 mehan dermankirina wê bi min re dom kir. Dermanê wê bi êş bû. Di destpêkê de pizik derket û ew pizik biçûk bû û devê wê sor bû. Piştî 20 rojan min dizanibû ku heba salê ye. Piştî ku me derman kir şûna hebê kort bû. Salek li ser dermankirina wê re derbas bûye ez hîs dikim ku wê careke din dîsa derkeve. Bangawaziya min ji bo kesên ku bi nexweşiya Leşmaniya ketin ew e xwe biparêzin, nêzî avê nebin û dermankirina wê jî bi awayekî sîstemetîk bidomînin."
 
'Dermanê nexweşiya Leşmaniya bi rêya derziyan bû'
 
Her wiha zaroka bi navê Derya Muhemed Hebîb (11) ya ku ew jî bi nexweşiya Leşmaniya ketibû wiha got: "Heba salê li ser pozê min hat. Salekê min derman dikir. Nediêşiya lê tenê dixuriye. Min serdana navenda tendirûstîyê kir. Wan gotin nexweşiya Leşmaniyayê ye. Dermanê  wê bi rêya derziyan bû û pir diêşand. Niha ez jê xelas bûme, lê şûna wê diyar dike."
 
'Her ku diçe hejmara nexweşan zêde dibin'
 
Hemşîre Newroz Mustefa di beşa nexweşiya Leşmaniya ya Heyva Sor a Kurd de dixebite, wiha sedemên nexweşiyê ji ajansa me re vegot: "Nexweşiya Leşmaniya sê cureyên wê hene. Bi rêya mêşê çêdibe. Di hefteyên destpêkê de wek pizikeke sor e û bi demê re hêdî hêdî mezin dibe û vedibe. Ji bo dermankirinê em derziya Glucantime bi kar tînin û dermankirina Leşmaniya heta salekê dirêj dike. Gundên herî zêde bi nexweşiya Leşmaniya ketine Berxbotan, Siftek û Zormixar e. Berî şerê Kobanê kesên bi nexwaşiya Leşmaniya diketin pir kêm bûn, lê piştî şer ev nexweşî zêde belav bû û her ku diçe hejmara nexweşan zêde dibe."
 
'Mêşeke spî ye, biçûk e û bêdeng e'
 
Di dawiyê de jî Bijîşkê bi navê Salih Hec Mehmûd têkildarî nexweşiya Leşmaniyayê de wiha got: "Leşmaniya nexweşiyeke çerm e. Bi rêya pêvedana mêşê çêdibe. Mêşeke spî ye, bi çûk e û bê deng e. Bi mirovan vedide û mirov bi nexweşiya leşmaniyayê dikeve. Ev mêş li ser ajalan dijî. Ev mêş di demsala havîn û payîzê de bi mirovan vedide û piştî 3 mehan pizik çêdikeb. Her ku diçe mezin dibe. Piranî welatiyên ku bi Leşmaniya dikevin ên ku li ber çemê Firatê dijîn e. Dermanê em bi kar tînin derziya Glucantime ye. Tenê ev derzî di dest me de heye ew jî bi rêya rêxistinên tendirûstî yên cîhanî ji me re tên û em bê pere welatiyan derman dikin."