Kesên ji ber vîrûsa koranayê mirin zêdetir bûn

  • 14:07 22 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa korona heta niha 2 hezar û 345 kes jiyana xwe ji dest da. Li Îranê 5 kes jiyana xwe ji dest da û li Lûbnan û Îsraîlê jî virûsa korona derket holê. Iraq jî li dijî vîrûsê dest bi tedbîr girtinê kir. 
 
Li gorî Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê, di nava 24 saetan de 109 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî heta niha 2 hezar û 345 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava 24 saetan de 397 kes bi vîrûsê ketine. Hejmara kesên bi vîrûsa korona ketine gihîşt 76 hezar û 288 kesan. Rayedarên Çînê destnîşan dikin ku her du diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û bi vîrûsê dikevin kêm dibe.
 
Li Îranê 10 weqayên nû 
 
Li Îranê kesên ku ji ber vîrûsa korona mirin zêdetir bûn û her wiha bi gelek kesan re vîrûs hatiye tespîtkirin. Berpirsê Karên Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kîyanûş Cîhanpûr îro bi daxuyaniyekê diyar kir heta niha bi tevahî 5 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine. Kiyanûş da zanîn ku li welat ji ber vîrûsê wê hin kesên din jî bimirin û 10 weqayên nû hatin tespîtkirin. Li Îranê 28 kesên din jî bi vîrûsê ketine, heta niha kesên ku ji ber vîrûsê mirine bûne 5.
 
Li Iraqê alarma ji ber vîrûsa korona!
 
Piştî ku li Îranê mirov ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê xwest ku bila hikûmet rewşa lezgîn îlan bike. Komîsyonê diyar kir ku bila gel were agahdarkirin, pêşiya belavbûna vîrusê were girtin, saziyên taybet, fermî û medya bi hev re kar bikin. Piştî ku li Îranê vîrûs hat dîtin, Iraqê deriyên sînor ên bi Îranê re girt. Serdanên ji Iraqê ber bi Îranê jî heta demeke ne diyar hat sekinandin.
 
Vîrûsa korona li Lubnan û Îsraîlê jî hat dîtin
 
Piştî Îranê vîrûsa korona gihîşt Lubnan û Îsraîlê jî. Li gorî medya Lubnan û Îsraîlê vîrûsa korona li herdu welatan cara yekemîn hate dîtin. Hêjayî gotinê ye ku herî dawî vîrûsa korona li Îranê hate dîtin û heta niha li Îranê ji ber 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.