Ji ber vîrûsa korona hejmara miriyan ji 2 hezarî derbas kir

  • 09:36 19 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa korona ya li Çînê hejmara miriyan derket 2 hezar û 5 kesan. Hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine bû 74 hezar û 185. Ji wan rewşa 11 hezar û 977 kesan giran e.
 
Vîrûsa korona (Covid-19) ya ku ji bajarê Vûhan yê Çînê derket holê her diçe berbelav dibe. Di 24 saetên dawiyê de 136 kesên din jiyana xwe ji dest dan.  Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî a Çînê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derketiye 2 hezar û 5 kesan. Hat ragihandin ku 74 hezar û 185 kes jî bi vîrûsê ketine û ji wan rewşa 11 hezar  977 kesan giran e.
 
Ji bo pêşî li berbelavbûna vîrûsê bê girtin û dermanê wê bê dîtin xebat berdewam dikin. Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî daxuyaniyek da û diyar kir ku niha vîrûsa korona di bin kontrolê de ye. Antonio da zanîn ku ew bi fikare ku vîrûs li welatên Efrîkayê yên ku pergala tenduristiyê lê pêş neketiye belav bibe û got: “Xeterî gelek mezin e. Divê cîhan ji vê yekê re amade be.”