Bîlançoya vîrûsa korona giran dibe

  • 10:57 17 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêjmara kesên ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan bû hezar û 771. Hêjmara kesên bi vîrûsê ketine jî derket 70 hezar 548’an, ji wan rewşa 10 hezar 644 kesan giran e.
 
Bîlançoya vîrûsa korona (covid-19) a ku di 12’yê kanûna 2019’an li bajarê Çînê Vûhanê derket holê  her diçe giran dibe. Di 24 saetên dawiyê de 105 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê a Neteweyî ya Çînê li welat 70 hezar û 548 kes ji vîrûsê bi bandor bûne û ji wan rewşa 10 hezar 644 kesan giran e. Hat ragihandin ku yek li Hong Kongê hêjmara miriyan jî derketiye hezar û 771 kesan.
 
Her wiha hat ragihandin hêjmara kesên ku guman ji wan tê kirin bi vîrûsê ketine 7 hezar û 264 e, hêjmara kesên di bin kontrolê de ne jî 150 hezar û 539 e. Hat ragihandin heta niha 10 hezar û 844 kes ji ber vîrûsê hatine derman kirin û baş bûne.