Hezar û 18 kes ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan

  • 12:32 11 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û Komîteya Tendirustiya Niştîmanî ya Çînê, daneyên xwe ya herî dawiyê aşkerakirin û gotin heta niha hezar û 18 kesan bi sedema vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daneyên herî dawiyê yên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û Komîteya Tenduristiya Niştîmanî a Çînê hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketine, li Çînê û seranserê cîhanê gihîştiye 43 hezar û 102 kesan. 
 
Komîteya Tendirustiya Niştîmanî ya Çînê jî dibêje, heta niha 4 hezar û 43 kesên ku bi vîrûsê ketibûn, baş bûne û rewşa tendirustiya wan asayî bûye. Li derveyî Çînê jî heya niha tenê du kes bi sedema vîrûsê mirine, ku yek li Hong Kong û yekî din jî li Fîlîpînê bûye. Li Viyetnamê jî hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine gihîşte 15 kesan, ku di nava wan de zarokekî temen 3 heyvî ye.
 
Li Amerîkayê jî 11 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, lê ew pêşbînî dikin, di meha nîsanê de ku hewa germ dibe, êdî ew vîrûs nemîne.