Dr. Fîlîz Unal: Wezareta Tenduristiyê ji bo şewbê tu tedbîr negirt

  • 09:05 24 Çile 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Habîbe Eren
 
ENQERE - Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku der barê şewba berazan û gurîbûnê ya li hinek herêmên Tirkiyeyê rû dane, wezareta tenduristiyê tu tedbîr negirtine û aşî jî neanîne Tirkiyeyê û got: “Yek ji sedemên zêdebûna şewbê, têkçûna şert û mecên aborî-civakî ye.”
 
Di hefteyên dawî de li hinek herêmên Tirkiyeyê şewba berazan û gurîbûn belav bû. Hefteyên borî li Beylîkduzu ya Stenbolê, du zarokên di temenê 2 û 4 salî de di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê li Orduyê kesekî ji heman vîrusê jiyana xwe ji dest da. Li seranserê welat di bûyera ‘gurîbûnê’ de jî zêdebûn hat dîtin. Pisporan diyar kir ku ev veguheriye şewbê û di mijara ku divê çi bê kirin de welatî hişyar kirin.
 
Seroka Hekîmiya Malbatî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Fîlîz Unal, der barê şewbê de agahî dan û got divê tedbîr bên girtin.
 
‘Aşî jî neanîn Tirkiyeyê’
 
Fîlîzê got krîza avhewayê jî bandor li ser şewba belav bûye kiriye û got: “Li herêmên pevçûn lê hene enfeksiyon zêde ye. Krîza avhewayê jî di demên dawî de hemû cîhanê tehdîd dike. Her bombeyên li herêma şer tên bikaranîn, bi bandora ba heta vir tên û me jehrî dikin. Li nêzî Tirkiyeyê her roj bombe tên teqandin. Fatura şer em didin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dibêje tedbîran bigirin lê Tirkiyeyê di vê mijarê de tu tedbîr negirtine. Aşî jî neanîn Tirkiyeyê. Xebatkarên tenduristiyê jî aşî nekirin.”
 
Fîlîzê destnîşan kir ku herî zêde xebatkarên tenduristiyê di bin rîska vîrusê de ne û wiha berdewam kir: “Ji 2017’an heta niha gotin ku wê şewba sorikan hebe. Li gorî WHO li Tirkiyeyê di 2017’an de 69 bûyerên sorikan hebû. Beriya şerê Sûriyeyê li Tirkiyeyê sorik hatibû tunekirin. Lê bi şer re bûyerên sorikan hat dîtin. Di 2018’an de ev derket 510 kesî. Tevî hemû hişyaryên TTB’ê tedbîr nehatin girtin û di 2019’an de 5 kat zêde bû û gihişt 2 hezar û 66 kesî. Wezareta tenduristiyê tu tedbîr negirt. Zarokên ji ber vê mirin, hene. Li nexweşxaneyan tedbîr nayê girtin û gel nayê hişyarkirin.”
 
‘Zarokên ne qeydkirî hene’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku şewb ji bo piştik û jinên ducanî xetere û wiha berdewam kir: “Tevî vê hişyariyek nayê kirin. Di asta yekemîn a xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene. Tedbîrên parastinê bi agahdarkirinê dest pê dike. Mînak li herêmê sorik bê dîtin divê em zarokan aşî bikin. Ev nivîs hat ocaxên tenduristiyê. Zarokên 9 mehî jî hatin aşîkirin. Lê ev ne diyarin. Ger ev diyar bin wê tedbîrên din jî bên girtin. Mînak malbatên aşiyê red dikin hene. Zarokên wan diçin dibistanê. Zarokên qeyda wan li Hekimtiya Malbatê tune hene. Rêjeya aşîkirina me jî kêm e.”
 
‘Divê wezaret tedbîran bigire’
 
Fîlîzê got niha xizmetên parastina tenduristiyê yên ku wek asta yekem û duyem tên binavkirin jî tune ne û ev tişt got: “ Li Rihayê zarok bi sorikan dikevin, dibêjin ‘xebatkarên tenduristiyê jî têde divê aşî bê kirin.’ lê kengê tê gotin, piştî xebatkar aşî dibin şûnde. Beriya kes bi sorikan bikevin divê ev tedbîr bên girtin. Hefteya borî li Muşê du zarokan di encama menenjîtê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê nexweşxane xistin bin karantînayê. Di rewşa menenjîtê de bûyerek bê dîtin wek şewb tê qebûlkirin. Ji ber ku xetere û bi lez belav dibe. Ji ber vê di bûyreke menenjîtê de divê wezareta tenduristiyê bikeve tevgerê û tedbîran bigire.”
 
‘Dikare bi mirinê encam bibe’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku şewba berazan ji bo jinên ducanî û bebekên nû hatne dinê gelek bi xetere û tedbîr wiha rêz kir: “Bebekek ji ber şewbê li nexweşxanê hat razandin. Vîrus nehat tespîtkirin lê îhtîmalek mezin ev vîrus bû sedem. Her doktorek çend bûyerên wisa dinêre. Bebekên nû hatine dinê, jinên ducanî, kal û pîr; nexweşên diyabet û kezebê, dema bi vê vîrusê bikevin bi mirinê re tên rû hev. Yên di koma rîskê de divê meha îlonê de aşî bibin. Ji ber vê divê demildest tedbîr bê girtin. Şewb berdewam dike divê her kes baldar be. Divê doktor, xebatkarên tenduristiyê bi hev re bixebitin û stratejiyê pêş bixînin.”
 
Fîlîzê balkişand ser gurîbûnê jî got serlêdanên cidî tên kirin û bi lêv kir ku şewba gurîbûnê ji ber şert û mercên nebaş ên jiyanê pêk tên û got: “Ji ber serîşuştin, xwedî bûn û şertên nebaş yên jiyanê derikeve holê. Ev jî nîşan dide ku welat di alî aborî-civakî de têk çûye. Nîşaneya vê jî zêdebûna van şewban e. Ev di esasê de ji bo Tirkiyeyê û civakê hişyariyek e. Divê demildest di vê mijarê de tedbîr bên girtin.”