'Jiyan xweşe, xwe paşguh neke, tu girîng î'

  • 11:18 8 Cotmeh 2019
  • Tenduristî/Werzîş
HESEKÊ - Bi dirûşma "Jiyan xweş e, xwe paşguh neke, tu girîng î" Weqfa Jina Azad  a Rojava bi alîkariya Heyva Sor a Kurd semînerek derbarê nexweşiya penceşêra memikan da.
 
Bi dirûşma "Jiyan xweş e, xwe paşguh neke, tu girîng î" Weqfa Jina Azad bi alîkariya Heyva Sor a Kurd semînerek derbarê nexweşiya Penceşêra memikan de li navenda Çand û Huner a Bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan ji jinên taxa Miftî a Bajarê Hesekê da. Semîner ji aliyê endama Weqfeya Jina Azad Dilda Reşîd û endma Heyva Sor a Kurd Kelthûma Mifyî hate dayin.
 
‘Xwe paşguh neke ‘
 
Endama Weqfa Jina Azad Dildayê bal kişand ser girîngiya tendirstiyê û wiha got: "Di roja me ya îro de nexweşiya penceşêra memikan belav bûye, pêwist e her jinek li rewşa xwe ya tenduristî baldar be. Bila ji fêkî û sebzeya xwe dûr nexe û ya girîngtir ew e ku werzîşa rojane bike."
 
Endama Heyva Sor a Kurd Kelthûmayê got: "Pêwist e jin dema dikeve temenê 35 salî  di her 6 heyvan biçe tehlîlê xwe yê giştî bigire û li rewşa xwe bipirse û xwe ji nexweşiya penceşêra memikan biparêze." 
 
Semîner bi nîqaşa li ser nexweşiya penceşêra memikan û şêwazê parastina tendirustiyê bi dawî bû .