'Jiyan xweşe, xwe paşguh neke, tu girîng î' 2019-10-08 11:18:47   HESEKÊ - Bi dirûşma "Jiyan xweş e, xwe paşguh neke, tu girîng î" Weqfa Jina Azad  a Rojava bi alîkariya Heyva Sor a Kurd semînerek derbarê nexweşiya penceşêra memikan da.   Bi dirûşma "Jiyan xweş e, xwe paşguh neke, tu girîng î" Weqfa Jina Azad bi alîkariya Heyva Sor a Kurd semînerek derbarê nexweşiya Penceşêra memikan de li navenda Çand û Huner a Bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan ji jinên taxa Miftî a Bajarê Hesekê da. Semîner ji aliyê endama Weqfeya Jina Azad Dilda Reşîd û endma Heyva Sor a Kurd Kelthûma Mifyî hate dayin.   ‘Xwe paşguh neke ‘   Endama Weqfa Jina Azad Dildayê bal kişand ser girîngiya tendirstiyê û wiha got: "Di roja me ya îro de nexweşiya penceşêra memikan belav bûye, pêwist e her jinek li rewşa xwe ya tenduristî baldar be. Bila ji fêkî û sebzeya xwe dûr nexe û ya girîngtir ew e ku werzîşa rojane bike."   Endama Heyva Sor a Kurd Kelthûmayê got: "Pêwist e jin dema dikeve temenê 35 salî  di her 6 heyvan biçe tehlîlê xwe yê giştî bigire û li rewşa xwe bipirse û xwe ji nexweşiya penceşêra memikan biparêze."    Semîner bi nîqaşa li ser nexweşiya penceşêra memikan û şêwazê parastina tendirustiyê bi dawî bû .