Şîdeta li hemberî kedkara tenduristiyê pêk hat hat şermezarkirin

  • 15:21 21 Hezîran 2019
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Kedkara tenduristiyê Gulay Berber ku li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê ji aliyê nexweşekî ve rastî tundiya fizîkî û devkî hatibû. SES, Diyar DHO, Odeya Tabîban a Amedê êrîşa pêk hatî şermezarkirin. 
 
Odeya Diransazên Amedê (Diyar DHO), Odeya Tabîban a Amedê (DTO), Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî kedkara tenduristiyê Gulay Berber ku li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê ji aliyê nexweşekî ve rastî tundiya fizîkî û devkî hatibû, li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku gelek rêveberên rêxistinên tenduristiyê tevlî bûn de pankart û dovîzên ku li ser wan nivîsa "Bila tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe" nivîsandî hat vekirin.
 
Sekreterê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs daxuyaniyê da û bertek nîşanî tundiya li hemberî Gulay Berber pêk hatiye da û diyar kir ku ew tundiyê qebûl nakin. Mehmet her wiha bal kişand ser Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de jî û xwest ku dev ji vê bername bê berdan.