Şîdeta li hemberî kedkara tenduristiyê pêk hat hat şermezarkirin 2019-06-21 15:21:29   AMED - Kedkara tenduristiyê Gulay Berber ku li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê ji aliyê nexweşekî ve rastî tundiya fizîkî û devkî hatibû. SES, Diyar DHO, Odeya Tabîban a Amedê êrîşa pêk hatî şermezarkirin.    Odeya Diransazên Amedê (Diyar DHO), Odeya Tabîban a Amedê (DTO), Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî kedkara tenduristiyê Gulay Berber ku li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê ji aliyê nexweşekî ve rastî tundiya fizîkî û devkî hatibû, li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku gelek rêveberên rêxistinên tenduristiyê tevlî bûn de pankart û dovîzên ku li ser wan nivîsa "Bila tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe" nivîsandî hat vekirin.   Sekreterê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs daxuyaniyê da û bertek nîşanî tundiya li hemberî Gulay Berber pêk hatiye da û diyar kir ku ew tundiyê qebûl nakin. Mehmet her wiha bal kişand ser Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de jî û xwest ku dev ji vê bername bê berdan.