'Li Şaredariya Tuşbayê navê jinê jî tune bû'

  • 09:03 10 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN-Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Nazmiye Acar têkildarî xebatên xwe ên ji bo jinan axivî û got, “Dema ku me şaredarî girt, di şaredariyê de navê jinê jî tune bû. Maseya me ya binefşî ya di warê tundiya li ser jinê de heye ku me di çarçoveya Midûriyeta Jinan de çêkiriye û ji wir serlêdanan em digirin. Em plan dikin ku Baxçeyên jinan ên bajêr vekin."
 
Şaredariya Tûşba ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gelan  (DEM Partî) de ye, di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ji sedî 55,52 deng bi dest xistibû. Li şaredariya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de bi ji sedî 52,93 dengan bi dest xist, mazbata ji hevşaredaran re nehat dayîn û şaredarî radestî AKP’ê hat kirin. Li şaredariya ku di bin rêveberiya AKP'ê de ji bo jinan tu xebat nehat kirin,  piştî ku DEM Partiyê şaredarî bi dest xist dest bi xebatên ji bo jinan hat kirin.
 
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Nazmiye Acar behsa xebatên ku ji bo jinan kirine û dê bikin kir.
 
'Di şaredariyê de navê jinê jî tune bû'
 
Nazmiye, anî ziman ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê wan rêveberiya Şaredariya Tûşbayê girtine ser milê xwe û destnîşan kir ku dema li şaredariyê dest bi xebatê kirine navê jinê jî tunebû. Nazmiyeyê da zanîn ku ji ber komîsyona jinan û komîsyona derfetên wekhev tunebû dest bi avakirina komîsyonan kirine û destnîşan kir ku piştî komîsyonên hatin avakirin wan Rêveberiya Jinan ava kiriye. Nazmiye got, “Beriya me Midûriyeta Jinan jî tune bû.  Şaredarî  qadeke ku herî zêde pêdiviya jinan pê heye ye û li gel vê ji bo jinan tu tişt nehatiye kirin. Me di serî de li ser jinê dest bi xebatan kir û piştre Rêveberiya xwe ya Jinê ava kir. Ji ber ku me fêm kir ku ji ber tedbîrên teserûfê yên li pêşiya me tîmek ku karê jinan bimeşîne nîne. Ji ber vê yekê me li ser pêşniyara hevalên xwe Midûriyeta xwe ya Jinan ava kir.”
 
'Maseya binefşî ya li dijî tundiya li ser jinê'
 
Nazmiye da zanîn ku Midûriyeta Jinan a ku wan ava kiriye ji sê yekîneyan pêk tê û wiha got: “Ev yekîne ji tundiya li ser jinê, aboriya jinan û perwerdeyê pêk tê. Piştî avakirina yekîneyan me dîsa bi rêya komîsyonan bi jinên taxan re hevdîtin pêk anî. Di rastiyê de armanca xebatên me yên jinan ew e ku bi taybetî li navçeya Tûşbayê jin bizanibin ku hesayet û îrade ne û em bi pêşniyarên wan xebatên şaredariyê bimeşînin. Piştî avakirina yekîneyan me li taxan yek bi yek dest bi civînan kir û li gorî pêdiviyên her taxê qurs vekirin. Maseya me ya binefşî ya di warê tundiya li ser jinê de heye ku me di çarçoveya Midûriyeta Jinan de ava kir û ji wir serlêdanan em digirin. Piştî serlêdanên ku em digihîjin, em hewl didin ku alîkariya jinan bikin û wan arasteyî cihên pêwîst bikin."
 
'Em ê ji bo jinên xwendin û nivîsandina wan tune ye kursan vekin'
 
Nazmiye amaje bi wê yekê kir ku Şaredariya Tûşbayê ji bo Navenda Jiyana Civakî ya Kalecik TOKÎ protokol îmze kir, lê piştî ku şaredarî radestî DEM Partiyê hat kirin ev protokol hat betalkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê me kursên xwe birin Taxa Îstasyonê. Li vê taxê Bazara Bedesten a me heye. Bi piştgiriya hevalên xwe yên jin me li wir kursên cuda ji jinan re vekirin. Her wiha em ê li taxan li malên şînê kursên xwendin û nivîsandinê bidin destpêkirin. Her wiha em her meh bi sê koman dixebitin ku jin û zarokan ji hewz, salon û qada voleybolê sûd werbigirin. Ji ber ku qada werzîşê ya girêdayî Midûriyeta Werzîşê ya nêzî şaredariyê heye û em di pêvajoya îmzekirina protokolê de ne, me hema hema ev proje bi cih anî."
 
'Di 25'ê Mijdar û 8'ê Adarê de jin wê bi destûr bin'
 
Nazmiyeyê da zanîn ku piştî Komîsyona Wekheviya Jinan hat avakirin, wan dît ku jin rastî mobîngê tên û wiha got: “Di vê wateyê de weke şaredarî me bi Yekîtiya Hemû Kedkarên Xizmetguzariyê yên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUMBEL- SEN) re protokol îmze kir. Di vê protokolê de me 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî ji bo jinan roja destûrê ragihand. Di heman demê de dê di Hefteya Astengdaran de xebatkarên astengdar jî bi destûr bin. Xebatên wisa xweş jî kelecanê didin mirov. Ji ber ku weke min berê jî behs kiribû dema ku me şaredarî bi dest xist ji bo jinan tu xebat tune bûn."
 
'Armanc ji projeya daristanên jinan xurtkirina bajêr ji aliyê ekolojîk ve ye'
 
Nazmiyeyê, da zanîn ku ew weke şaredarî hemû xebatên ku dê di navbera salên 2025-2029’an de bi pêşengiya jinan bikin plan dikin û wiha got: “Em ê ji bo piştgiriya jinên di warê aborî de rewşa wan nebaş li navçeyê Baxçeyên Bajêr ên Jinan vekin. Em ê weke şaredarî şitlên pêwîst, erd an jî cihê ku dê baxçe lê bê çêkirin, bidin. Jin dê li baxçe xwedî derkevin. Berhem û dahata ku çêbibe jî dê ji bo jinan be. Projeyek din a dişibin vê projeyê Projeya Daristana Jinê ye. Armanca vê projeyê hem di warê aborî de destekkirina jinan e û hem jî ji aliyê ekolojîk ve xurtkirina bajarê me ye. Me dest bi xebatên binesaziya vê projeyê kiriye. Dibe ku em  di mehekê de vê projeyê pêk bînin. Em ê bi destên jinan daristanên xwe ava bikin û şitilan biçînin."
 
'Me li sûkê ji bo jinên ku berhemên xwe yên destkariyê bifiroşin cîhek vekir'
 
Nazmiye, anî ziman ku wan ji bo jinan li sûkan qad vekirin da ku di kursên ku li şaredariyê didin de berhemên ku hildiberînin bifiroşin û wiha got: "Dema Bazara me ya Bedestenê ya ku me berê behs kiribû bê vekirin, dê li wir ji bo jinan qadek bê diyarkirin û  ew ê jin bi firotina berhemên ku bi destên xwe amade kirine li malê debara xwe bikin."
 
 'Kesên herî dezavantaj jin û zarok in'
 
Nazmiye der barê xebatên xwe ên ji bo zarokan de jî wiha got: “Li Tûşbayê bi giştî 61 taxên me hene. Em plan dikin ku her hefte li taxekê mîhrîcanên zarokan li dar bixin. Ji ber ku beşên herî dezavantaj jin û zarok in. Ji bo vê jî heta ji destê me bê em ê çalakiyên wiha li dar bixin. Bi rastî yek ji projeyên herî mezin ên şaredariya me jî ew e ku xebatên bi vî rengî bînin taxan. Ji ber ku jin û zarok hene ku nikarin biçin qada lîstikê û sînemayê."
 
'Em li her jina ku bê xwedî derdikevin'
 
Nazmiye diyar kir ku wê dît ku beriya DEM Partiyê jin nehatibûn şaredariyê û got, "Piştî ku me şaredarî bi dest xist, me dît ku jinên hatin şaredariyê û bi me re sohbet kirin, gelekî kêfxweş bûn û ji şaredariyê bi hêztir derketin. . Ji ber ku berê tiştek ji bo jinan tune bû. Mîna ku li navçe û şaredariya Tûşbayê jin tunebûn. Piştî ku em hatin, me wekî endamên Meclîsa Şaredariyê bi her jinekê re bi awayekî ferdî danûstandin kir û her yek ji wan arasteyî yekîneyên pêwendîdar kir."