Cenazeyê Narînê piştî otopsiyê hat wergirtin

  • 11:02 9 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Cenazeyê Narîn Guran ku duh li Amedê hatibû dîtin ji ATK’ê hate wergirtin. 
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû duh li Çemê Egertûtmaz di nava tûrikekê de hate dîtin. Cenazeyê Guranê duh ji bo karûbarên otopsiyê anîbûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. Karûbarên otopsiyê yên cenazeyê Narînê duh di 10 saetan de hate temamkirin. Hate ragihandin ku di cenazeyê Narînê de lezyon û rizîbûn hebûne lê têkildarî sedema mirinê tespîtek nehatiye kirin. 
 
Cenaze ji ATK’ê hate wergirtin. Cenazeyê di bin dorpêça polîsan de hate wergirtin ber bi gund ve hate birêkirin.