Kesên ku hatin binçavkirin hatin berdan

  • 09:46 9 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê di xwepêşandana kuştina Narîn Guran de 7 kesên hatibûn binçavkirn, hatin berdan. 
 
Endamên Demîr Leblebî yên li zanîngehan xebatên xwe didomînin, ji bo Narîn Guran li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê xwepêşandan li dar xistibûn. Polîsan 7 endamên vê komê kiribûn binçavan. Her heft kes jî bi hinceta “Muxalefetiya li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” hatin binçavkirin. Piştî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.