‘Mafê bi zimanê dayikê mafê sereke ye’

  • 09:03 9 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR-Sekretera jinan a şaxa hejmar 1 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Şengul Bîrgul da zanîn ku mafê pewerda bi zimanê dayikê mafê herî sereke ye û got bi astengkirina vî mafî re civak û kes tune tên hesibandin. Şengulê bi lêv kir ku wê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê her tim li her derê têkoşînê bidomînin.
 
Sala pewerdehiyê ya nû ya 2024-2025 îro destpê dike. Xwendekarên pola yekemîn û yên pêşdibistanê di 2-3’ê îlonê de destp ê kirin. îsal wê mufredata nû pêk bê û pêvajoyek zor ji bo malbat û xwendekaran dest pê dike. Di qada perwerdehiyê de ku gelek pirsgirêk hene, yek ji pirsgirêka herî mezin nedayîna perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.  Sekretera jinan a şaxa hejmar 1 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Şengul Bîrgul de barê girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê de nirxandin kir û got mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî sereke ye. Şengulê wih aanî ziman: “Li Tirkiyeyê ji ber perwerde bi yek zimanî tê dayîn xwendekar gelek pirsgirêkan dijîn. Yek ji van pirsgirêkan jî asîmîlebûna xwendekaran e. Tunebûna kes û malbatê, asîmîlasyon an jî entegrebûn fêdeyê nade dewletê.”
 
‘Mafê herî serekeye’
 
Şengulê destnîşan kir ku mafê perwerda bi zimanê dayikê mafê herî sereke ye û wiha domand: “Divê tu kes ji zimanê xwe bêpar neyê hiştin. Zimanê dyaikê nasname, kesayet, pêşketina hest û zîhnî ya mirovan e. Astengkirina mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê tê wateya ku ew mirov ji derveyê dibistanê hatiye hiştin. Yanî zarok li derveyê dibistanê wê baş bifikire lê li dibistanê bibe kesayetek din. Ev jî rê li ber fikar, stres, tenêbûn, tirs, hêrs, şerm, xemgnîniyê vedike. Ev wê rê li ber nefretê vebike.”
 
‘Ji bo xwendekaran travma ye’
 
Şengulê diyar kir ku dema zarokek bi zimanê xwe perwerdehiyê negire wê bandor li ser serkeftina wan a akademîk bike û wiha dirêjî dayê: “Perwerda li Tirkiyeyê bi yek zimanî ye û ev her kesî dide zorê. Zimanê min Kurdî ye. Heta dibistana seretayî em Kurdî diaxivin. Min dest bi dibistanê kir, bi zimanekî din re hatim rû hev. Ew ji bo min travmayek mezin bû. Ez pir ji dibistanê tirsiyabûm. Mamosteyê min baş bû. Bi saya wî min ji dibistanê hez kir. Ev bi rastî ji bo zarokekan travma ye. Asîmîlekirina xwendekar tu fêdeyê nade dewletê. Tunehesibandina malbatê, kes, asîmîlsekirin an jî entegredkirin tu fêdyeê nade dewletê.”
 
‘Perwerdehiyek baş’
 
Şengulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku malbatên ku li dijî perwerdehiya yek ziman derdikevin hene û got karekî mezin dikeve ser milê malbat û kedkarên perwerdehiyê. Şengulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê mamoste di her platformê de mafê pewerdehiya bi zimanê dayikê bîne ziman û sendîka û sazyên civaka sivîl jî vê rewşê bikin rojevê. Ji bo ev çapemeniyê de jî cih bigire divê em têbikoşin. Divê em li ber dibistanan, li ber wezaretê daxuyaniyan bidin. Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê her tim hewl bidin. Wek Egîtîm Sen rêgeza me ya herî girîng perwerdehiyek  zanistî û bi zimanê dayikê ye. Em ê vê her tim bînin ziman.”