Meclisa Jinan a Sûriyeyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir

  • 18:41 8 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Meclisa Jinan a Sûriyeyê salvegera 7'emîn a damezirandina meclisê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêxistin û partiyên siyasî yên herêmê keda meclisê ya ji bo yekkirina xîtaba jinan pîroz kir.
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê, meclisê şahiyek li hola Bîstan a bajarê Reqayê li dar xist. Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdar bûn.
 
Di şahiyê de bi navê Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Idliba Kesk, Meclisa Gelan a Demokratîk, jinên Siwêda û jinên Idlibê axaftin hatin xwendin.
 
'Hemû jinên Sûriyeyê di bin sîwaneya xwe de kom dike’
 
Li navê Meclisa Jinan a Sûriyeyê berdevka meclisê Suheyle Senûh axivî û got: "Wek roja îro di sala 2017'an de li bajarê Minbicê damezirandina Meclisa Jinên Sûriyeyê hat ragihandin. Ev yek jî encama têkoşîn û fedakariya bi hezaran jinên Sûriyeyê ye. Meclis tevahî jinên Sûriyeyê yên ji hemû pêkhateyan di bin siya xwe de dihewîne.Armanc xurtkirina aştiyê ye.”
 
Bi navê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî koordînatora jinan Sebah Şabo salvegera damezirandinê pîroz kir û diyar kir ku jinên Sûriyeyê li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê bûne nimûne.
 
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo salvegera damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê li tevahî jinên Sûriyeyê pîroz kir û destnîşan kir ku piştî ku jinan xwe di saziyên xwe yên taybet de bi rêxistin kirin û cihê xwe di hemû qadan de girtin, wan gelek destkeftiyên mezin hatin bi dest xistin.
 
'Pira navbera tevahî jinên Sûriyeyê ye’
 
Hevseroka Meclisa Idliba Kesk Dîma El Taha diyar kir ku jinên Bakurê Rojavayê Sûriyeyê hêz û îsrareke bêhempa nîşan dan û di parastina mafên mirovan û aştiyê de her tim pêşeng bûn.
 
Dîma El Taha got: "Em bi rêya Meclisa Jinan a Sûriyeyê hewl didin kedên jinan bikin yek û wan di hemû qadan de bi cih bikin. Meclisa Jinan a Sûriyeyê jî dê bibe pirek ji bo ku diyalog û têkiliya di navbera jinên tevahî deverên Sûriyeyê de û bi rê ve bibe."
 
Seroka Partiya Welatprêzên Azad (Weteniyîn Ehrar) Diyaa Ubêd salvegera damezirandina meclisê pîroz kir û got: "Meclis ji nav êşên jinên Sûriyeyê di qonaxa têkbirina DAIŞʹê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat avakirin. Meclisê nêrîn û xîtaba jinên Sûriyeyê kirin yek û destek da şoreşa Sûriyeyê ya ku banga guhartinê û avakirina sîstemeke demokratîk û nenavendî dike."
 
Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Siwêdayê Xada Reslan bi dîmenekê ji qada Keramê teqezî bi domandina xebatê ji bo yekkirina keda jinan kir. Berdevka Meclsia Jinan a Sûriyeyê ya li Îmaratê Esma Keftaro destnîşan kir ku hêviya wan a derbaskirina zehmetiyên li pêşiya jinan û çareserkirina krîzê mezin e.
Şahî bi stran bi dawî bû.