Lêpirsîna Narîn Guran: Dê, bav û bira hatin binçavkirin

  • 17:53 8 Îlon 2024
  • Rojane
AMED – Ji bo Narîn Guran li goristana taxê  gor hat kolandin û di çarçoveya lêpirsînê de dê Yuksel Guran, bav Arîf Guran û birayê wê Enes Guran hatin binçavkirin.
 
Cenazeyê Narîn Gûran a ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê ji qursa Qur'anê derket û agahî jê nehat girtin, 19 roj şûnde danê vê sibehê saet di 08.45'an de hat dîtin. Cenazeyê Narînê dûrî gund bi 1 û nîv kîlometre dûrî gund di çemekî de hat dîtin. Ji bo kar û  barên otopsiyê  cenaze birin Saziya Tipa Edlî (ATK) û li goristana taxê jî ji bo Narînê gor hat kolandin.
 
Malbat hat binçavkirin
 
Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dê Yuksel Guran, bav Arîf Guran û birayên wê Enes Guran û Baran Guran hatin binçavkirin.