Waliyê Amedê: Li ser îxbarê me xwe gîhand cenazeyê Narînê

  • 14:03 8 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Waliyê Amedê Mûrat Zorluoglû diyar kir ku Narîn Guran a 8 salî piştî kuştinê cenazeyê wê avêtine rûbarê gund. 
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Narînê hate dîtin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dîtina cenazeyê Narînê li ser hesaba xwe ya X’ê parve kir. Cenazeyê Narînê ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê. Waliyê Amedê Mûrat Zorlûoglû têkildarî mijarê daxuyanî da. Murat Zorluoglû, da zanîn ku cenazeyê Narînê xistine kîsekî û di çem de di bin keviran de hatiye veşartin. 
 
Murat Zorluoglû, diyar kir ku piştî îxbarekê lêgerîn hatiye kirin û xwe gihandine cenazeyê Narînê. Murat Zorlûoglû, wiha domand: “Di 8’ê îlona 2024’an di danê sibehê de di Rûbarê Egertutmazê de ku nêzî gund e, lêgerîn hate kirin. Saet di 08.45’ê de cenazeyê Narîn Guran li rex rûbar di kîsekî de û di bin keviran de veşartî hate dîtin. Li gorî hêmayên ewilî, Narîn Guran ji ewil de hatiye kuştin, piştre xistine kîsekî, li kêleka rûbar xistine bin avê, li vir şaxên daran û kevir danîne ser û veşartine. Di çarçoveya xebatên lêgerînê de li vir dîsa lêgerîn hatiye kirin û cenazeyê wê hatiye dîtin.” 
 
Rojnamegeran têkildarî hûrgiliyên bûyerê pirs kirin lê Zorluoglû bi hinceta “Biryara nepeniyê ya dosyayê” bersiv neda.