Nobeda Azadiyê ya li Strasbourg’ê di hefteya 634’an de ye

  • 13:50 20 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 12 sal in li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya nobetê didome. Di hefteya 634’an de koma ku ji herêma Stuttgart a Elmanyayê hatî, çalakî dewr girt.
 
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin.
 
Her hefteyê ji welatên cuda yên Ewropayê komek tê û çalakiya nobetê dewr digire. Di hefteya 634’an de Maksut Dogan, Ayşe Mutlu, Mehmet Elik, Ramazan Aslan û Denîz Tomas ên ji Suttgart a Elmanyayê hatine, nobet dewr girtin.
 
Maksut Dogan li ser navê komê daxuyanî da û got: “Em ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, bang li Parlamentoya Ewropayê û CPT’ê dikin.”
 
Maksut Dogan bi bîr xist ku ti agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dora Rêbertî kom bibin.”
 
Endama komê Ayşe Mutlu jî destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê, ev berxwedan dewam dike û ev bang kir: “Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê me dakeve qadan.”